Di dema şewbê de tundiya li jinê zêde bû

Li aliyekî cîhan li dijî şewbê li ber xwe dide, li aliyê din jî tundiya li dijî jinê gelekî zêde bûye.

Daneyên neteweyî yên li gelek welatan hatin weşandin, nîşan didin ku tundiya li jinê di sala 2020'î de gihîştine asteke giran. Tê ragihandin ku bi taybetî qedexe û rageşiya ji ber van qedexeyên şewba Covîd-19 bûyerên tundiyê zêde bûne.

Li gorî daneyên Rêxistina Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) ku dawiya meha Îlonê eşkere kir, bi qedexeyên têkildarî Covîd-19 re li gelek welatan bûyerên tundiyê yên li dijî jinê zêde bûne. Li gorî raporê, giliyên ji ber tundiyê ji sê paran yek zêde bûye.

Di raporê de hate ragihandin ku rêjeya tundiya li jinê li Sînapûrê ji sedî 33, li Fransa û Qibrisê ji sedî 30 û li Arjantînê jî ji sedî 25 zêde bûye.

Li gorî daneyên UN Women, di dema şewbê de li Efrîkaya Başûr an jî Nîjeryayê bûyerên destavêtinê zêde bûne û li Perû jî windakirin heye. Li Brezîlya yan jî Meksîkayê bûyerên kuştina jinê zêde bûne.

'MAL JI BO JINÊ BÛYE QADEKE METIRSÎDAR'

Di raporê UN Women de hate destnîşan kirin ku astengiyên derketina derve yên ji ber şewba Covîd-19 jiyana jin û zarokan bêhtir bêewle kiriye. Li gorî vê yekê jin li mala ku lê ne girtî dimînin û dibin hedefa tundiyê.

Li gorî texmîneke cuda ya Neteweyên Yekbûyî, hişyarî hatibû dayin ku bûyerên tundiyê yên di dema şewbê de di asta 30 milyon kesî de zêde bibe.