Jinên Kurd ên li Moskowayê tundiya li jinê şermerzar kirin

Jinên Kurd ên li Moskowayê bi daxuyaniyekê tundiya li jinê şermezar kirin û ji bo xurtkirina têkoşînê bang kirin.

Organîzasyona Jinên Kurd a li paytexta Rûsya Moskowayê, bi wesîleay 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, di serî de xwişkên Mîrabel ên li dijî rejîma dîktator a faşîst a li Komara Domînîkê li ber xwe dan û destdirêjî li wan hate kirin û bi rengekî hovane hatibûn kuştin bi bîr tînin.

Dîsa hemû jinên li dijî pergala serdest a zilamsalar û tundiya wan di oxira azadiyê de canê xwe dan bibîr tînin û weke şopdarên wan dibêjin ku em ê li ked, xebat û têkoşîna wan xwedî derkevin. 

Jinan her tim li dijî destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan, her tim li ber xwe dan. Ev berxwedan eger hîn xwe bi hêz bike, veguhere têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan, wê jin karibin hîn bi xurtî xwe biparêzin û pergala mêrê serdest ê tundiyê bi awayekî sîstematîk dimeşîne, pûç bikin. 

Ji bo wê niha jinên kurd li her çar parçeyên kurdistanê û derveyî welat li dijî serdestan, zordaran, dagirkeran, îxanetkaran têkoşînek bê aman dimeşînin û di vê oxirê de rojane bedelên giran didin. Lê tevî vê yekê jî her roj li deverekê, li bajarekî, li kolanekê jinek ya ji aliyê bavê xwe ve, birayê xwe ve an jî ji aliyê qaşo kesê tê hezkirin ve tê kuştin. An jî keda wan tê xwarin, tên sunnetkirin, di temenekî biçûk de tên zewicandin an jî firotin, ango ji ber xebata xwe ya siyasî, civakî û bîrdozî di zindanê de êşkence li wan tê kirin. 

Lewra ji bo têkoşînê sedemên jinan gelekin û lewra Tevgera Jinên Kurd êdî tundiya li ser jinê weke qirkirina jinê pênase dike û dibêje, li dijî qirkirina jinan, dema parastina jina azad û civakê ye’. Divê bê zanîn ku sîstemên netewe-dewlet û mêr bi zêdekirina komkujî û qirkirina jinê hewl didin temenê xwe dirêj bikin. Lê dema mirov li kaosa niha li cîhanê dinêre, dibîne ku jiyana bi destê mêran tê birêvebirin mehkûmî têkçûnê ye û wê sedsala 21.emîn bibe sedsala jinan. 

Em wek jinên Kurd ên li Moskovayê bûyerên li Kurdistanê diqewimin jî ji nêz ve dişopînin. Li alîkî li ser Şengala ku PDK’ê ji çeteyên DAÎŞ'ê re hişt û jinên Êzîdî xist nav lepên wan, peymanên nû yên qirêj tên çêkirin. Li alîkî din PDK bi dewleta tirk a dagirker re hevkariyê dike û dixwaze li dijî gerîlayên azadiyê şer bide destpêkirin. Her wiha dîsa ENKS’a ku girêdayî PDK û dewleta tirk e îcar pergala hevserokatiyê dixwaze ji holê bê rakirin û êrîşî destkeftiyên jinan dikin. 

Lewra em dibêjin ku em ê li dijî bazirganên şer û îxanetkaran bêdeng nemînin, dagirkeriya li kurdistanê ya ji Efrînê heta Amedê û Mahabadê qebul nekin. Hem li dijî mêrê tundiyê li jinan dike, hem li dijî dagirkeran û hem jî li dijî xeta îxanetê em ê têbikoşin, heta Rêberê azadiyê Rêber Apo berxwedan û xebatên xwe bihêztir bikin. 

Ji bo em bi hev re bi ser bikevin jî bang li hemû jinan dikin ku rêxistinbûna xwe xurt bikin, bi diruşmeya 'Ji Qirkirin û dagirkeriyê re na, Em ê jin û Jiyanê biparêzin' li hemû qadên jiyanê hebûna xwe nîşan bidin û bibin xwedî têkoşînek xurt a domdar."