Karabûdak: Dijminatiya Elewiyan tê birêxistinkirin
Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak anî ziman ku li Sûriyeyê komkujiya Elewiyan tê kirin û li Tirkiyeyê dijminatiya Elewiyan tê birêxistinkirin.
Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak anî ziman ku li Sûriyeyê komkujiya Elewiyan tê kirin û li Tirkiyeyê dijminatiya Elewiyan tê birêxistinkirin.
Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak diyar kir ku li Sûriyeyê bi têgeha “Elewîtiya Siyasî” hewl didin rê li ber komkujiyên nû yên li ser Elewiyan vekin û destnîşan kir ku Elewî tu caran li gel dîktatorekî cih negirtine.
Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak diyar kir ku zîhniyeta dewletê ya dagirker û talanker dewam dike û got: “Zîhniyeta yekparêz hemû gel û baweriyên ku naşibîne xwe weke dijmin dibîne. Îro tîştên ku li Sûriyeyê diqewimin ev in. Di vê hawirdora tevlîheviyê de bi taybetî Elewî û Kurd hatine hedefgirtin. Di bin têgeha ‘Elewîtiya Siyasî’ dijminatiya Elewiyan tê birxêstinkirin. Rê li ber komkujiyên nû tên vekirin. Elewiyan tu caran li gel dîktator, desthilatdarî û zîhniyetekî ku qetil dike, cih negirtiye. Elewiyan li gorî baweriyia xwe tu carî piştgirî nadin tundî û şerê.”
Karabûdak destnîşan kir ku yên li Sûriyeyê komkujiyê dikin û yên ku çeteyên ku komkujiyê pêk tînin sûcê mirovahiyê didomînin û wiha got: “Divê mekanîzmayên edaletê yên navneteweyî demildest bê pêkanîn. Dagirkeran divê li hemberî gelê Sûriyeyê ku berdêlên giran dane, bi heqaniyet nêz bibin û hêzên xwe paşde bikşînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Sûriyeyê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, qanûnên xwe yên demokratîk ava bikin û jiyana hevpar ava bikin.”