Li dijî komkujiya jinan, xwe biparêze!

Li Îngilistanê, ji bo pêvajoya çalakiyan a li dijî tundî û komkujiya jinan wê dest pê bike, jinan peyama 'em bi hev re hîn bêhtir xurt in' dan.

Li Îngilistanê Yekîtiya Jinan a Sosyalîst, Cemxane, Yenî Kadin, Komîsyona Jinan a Tîlkîler, Dersim-Der, Komîsyona Jinan a Alxas-Derê, Baskê Jinan ê Kurecîkê û Însiyatîfa Jinên Kurd jî di nav de gelek jinan bi wesîleya 25'ê Mjdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê peyamên bi dîmen weşandin.

Jinan diyar kirin ku bi têgihiştina "em bi hev re hîn xurt in" wê bi rê bikevin û ji bo azadiyê sekna xwe ya têkoşer heta dawiyê dewam bikin.

Jinan gotin, "Destê xwe ji ser me vekişîne û Peymana Stenbolê bêkêmasî bi cih bîne" û diyar kir ku heta Erdogan bê darizandin wê li qadan bin.

Di peyaman de jinan banga "ne li malê, lê li çalakiyan bin" li jinan hate kirin.