Jinên Kurd ên li Hollandayê wê dakevin qadan
Tevgera Jinên Kurd a li Hollandayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da û bernameya çalakiyan eşkere kir.
Tevgera Jinên Kurd a li Hollandayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da û bernameya çalakiyan eşkere kir.
Daxuyaniya çapemeniyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Den Haagê hate dayin û berdevkên meclîsên jinan ên Arnhem, Rotterdam, Amsterdam û Den Haagê tevlî bûn.
Jinên Kurd wê tevî platforma jinên enternasyonalîst di 25'ê Mijdarê de saet 15:=0 li Bînnenwegpleîn a li Rotterdamê mîtîngekê li dar bixin.
Li heman bajarî wê li dijî her cûre tundiya li jinê û têkildarî berxwedana jinê konê agahdarkirinê bê vedan.
Li bajarê Arnhemê jî wê li Wîllemspleînê saet di 16:00 de çalakiyek bê lidarxistin.