BI DÎMEN

Bi hezaran Kurdistanî di riya Parîsê de ne

BI hezaran Kurdistanî di pêşengiya TJK-E de ji bo komkujiyên Parîsê protesto bikin û şehîdan bibîr bînin bi armanca tevlî meşa navendî ya Parîsê bibin diherikin Parîsê.

Bi dehazaran Kurdistanî û dostên wan ji bo komkujiyên Parîsê yên bi destê dewleta Tirk çêbû protesto bikin û tevlî meşa navendî bibin, di pêşengiya TJK-E de ji bajarên Ewrûpayê derketin rê. Kurdistanî ji Swîsre heta Avûstûrya, ji Elmanya heta Îtalyayê bi otobus û seyareyên taybet derketin rê.

Kurdistaniyên ku ji hemû kantonên Swîsreyê bi dehan otobusan derketin rê, li bajarê Basalê hatin gel hev. Li vir girse bênavber dirûşmeyên, "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" berzkirin û bi stranên şoreşê govend gerandin.

Meşvanan flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û enternasyonalîstan jî piştgirî dan. Flamayên şehîdên Parîsê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li otobusan hate daliqandin.

Berdevka Komîna Gel a Şehîd Çiyager a Rapperswille Fadîme Dersîm anî ziman ku heta hesabê komkujiyan bipirsin ew ê di qadan de bibin û wiha axivî: "Hesabê van komkujiyan bi hêza xwe ya rêxistinkirî û mezinkirina têkoşînê dipirsin û em ê bipirsin. Gelê me bi ruhê pêşengên têkoşîna Azadiya Jinê Sara û Evînan ket rê. Pêwîste dewleta Fransayê jî li hemberî dewleta Tirk a kujer helwest bigire û dev ji vê şerma dîrokî berde."