HDP: Jinek ji ber ku dest avêtin wê, neçar ma ku vegere Îranê
HDP'ê ragihand, ku Z.N. a ku bi zor û zehmetî ji Îranê xwe gihand Wanê, hêzên dewletê dest avêtin wê. Ji bo Z.N. banga piştgiriyê kir.
HDP'ê ragihand, ku Z.N. a ku bi zor û zehmetî ji Îranê xwe gihand Wanê, hêzên dewletê dest avêtin wê. Ji bo Z.N. banga piştgiriyê kir.
Hevberdevkên Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglû û Velî Saçilik daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Em dengê jin a penaber in ku li Tirkiyeyê dest avêtine wê û ji ber vê destavêtinê jî neçar ma vegere Îranê."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Z.N. a ku ji Îranê bi rê ket û bi zor û zehmetî xwe gihand Wanê, piştî ku li Otogara Wanê hate destgîrkirin, ew birin Navenda Vegerandinê ya Emniyetê. Li vê derê, gelek wezîfedarên ewlekariyê yên dewletê gelek caran dest avêtin wê. Z.N. ji ku tirsa şandina Îranê demekê bêdeng ma, di 24'ê Tîrmeha 2020'î de bi rêya wergêrê navendê gilî kir. Wezîfedarên ewlekariyê bi sûcdariya destavêtinê hatin girtin."
'DEWLETA TECAWIZKAR'
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di 26'ê Mijdarê de li Edliyeya Wanê rûniştina têkildarî doza Z.N. heye û hate gotin, "Lê belê Z.N. winda ye. Parêzer Mahmût Kaçan dibêje ku Z.N. vegeriya ye Îranê. Rojnamevanê ku nûçeya wê çêkir dibêje, 'qet nebe zane ku wê dest neavêje namûsa wê vegeriya ye Îranê'."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Eger ev rast be, eger Z.N. Îran a ku 40 sal in ji bo jinan mîna esaretê ye, lê ji Tirkiyeyê bêhtir bi ewle dibîne, hingî ev tê wê wateyê ku em di nava deryayeke rizandinê de ne. Wê demê qîrîna jinan a ku dibêje 'dewlet tecawizkar e' belasebep nîne."
Di daxuyaniyê de bi navê Partiya Demokratîk a Gelan, bi navê Komîsyona Koçber û Penaberan ew giliyê vê dewletê dike û ji bo tecawizkar bê darizandin ew ê bibe dengê Z.N. HDP'ê ji bo Z.N. banga piştgiriyê kir.