Li Skandînavyayê tundiya li ser jinê wê were şermezarkirin

Li Skandinavyayê jinên Kurd li gel dostên xwe wê li Swêd, Norwêç û Danîmarkayê tundiya li ser jinê şermezar bikin.

Ji bo 25'ê Mijdarê Rojava Têkoşîna Dijî Tundiya Li Jinê ya Navnetewî jinên Kurd geli gel dostên xwe wê çalakiyan bikin. Li ser navê jinên Kurd Yekîtiya Jinan a Sara bang li jinên Kurd û dostên wan kir ku xwe berdin meydanan û tundiya li ser jinê şermezar bikin.

 BERNAME WIHA YE:

25'ê Mijdarê saet 18.00an li Meydana Stockholm Sergels torgê ya Swêdê Meclîsa Jinan a Amara, Sosyalîstên Ciwan û Sosyalîstên Partiya Adaletê wê biaxivin.

5'ê Kanûnê Meclîsa Jinan a Amara ya Swêd, Federasyona Jinan a Elewî û Komelya Piştevaniyê wê dijî tundiya li jinê konferansan li dar bixin.

Li Norwêç-Osloayê li gel rêxistinên Norwêçê 25'ê Mijdatrê bi rengekî onlîne wê çalakiya protestoyê were kirin.

25'ê Mijdarê li Danîmarka Kopenhagê saet 17.00'An li Chrîstîanborg Slot /Radhîsplanê Meclîsa Jinan a Sevê li gel jinên Danîmarkî wê çalakiyan bikin.