Meclîsa Jinan a HDK’ê: Em ê nebin ‘jinên maqûl’

Meclîsa Jinan a HDK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser jinan li Kadikoya Stenbolê çalakiyek li dar xist û got “Em ê nebin jinên maqûl ên feraseta mêran.”

Meclîsa Jinan a HDK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Kinan li Kadikoya Stenbolê çalakiyek li dar xist.

Çalakî li pêşiya Operaya Sureyya ya Kadikoyê hate lidarxistin. Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî di nav de gelek jin tevlî çalakiyê bûn.

ÛGÛRLÛ: EM BI HEV RE XURT IN

Ûgûrlû bi bîranîna xwişkên Mîrabel dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku bi saya têkoşîna jinan 25’ê Mijdarê li her dera dinyayê tê qebûlkirin. Ûgûrlû got ku, “Têkoşîna jinan didome. Roj bi roj têkoşîna me geş dibe. Li dijî êrîşên faşîzan em jin li qadan in. Em jin li ber xwe didin û em bi hev re xurt in.”

Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum jî diyar kir ku şîddet û qetlîama li ser jinê bi polîtîkaya cezanedayinê didome û got, “Em ê li dijî şîddeta dewlet û mêran stûyê xwe xwar nekin. Em ê nebin jinên maqûl. Ji bo têkoşîna azadiya jinan em ê li her derê têkoşînê mezintir bikin.”