YPS-JIN: Azadiya jinê wê faşîzmê hilweşîne

YPS-JIN got azadiya jinê we faşîzmê hilweşînê bang kir ku 25'ê Mijdarê hemû jin xwe berdin qadan.

Koordînasyona YPS-JIN'ê ji bo 25'ê Mijdarê, Têkoşîna Navnetewî ya Dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek niviskî da.

Koordînasyonê bi bîr xist ku serdema desthilat faşîst a AKP-MHP'ê tundiya li ser jinê zêdetir bûye, hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê vîna jinê kiriye hedefa xwe, komkujiyên li ser jinê û tundî di serdema vê hikûmetê pir zêde bûye û got, ''Ji ber ku dewleta çete ya AKP-MHP'ê bi temamî dijminê jinê ye. Azadiya jinê wê faşîzmê hilweşîne. Faşîzma AKP-MHP'ê ku ji hêza jinê ditirse li her deverê jinê dike hedef. Ji ber vê jin divê têkoşîna pirhêlî ya hebûnê divê bidin.''

Koordînasyona YPS-JIN'ê her wiha got, ''Hêza xweparastinê ya jinê YPS-JIN li her deverê wê hesabê komkujiya jinan û gavên faşîzan bipirse. Bi dirûşmeya xwebûn parastin e, li dijî koledariya jinê  wê xweparastinê li hmeû qadên jiyanê bigerîne. Em bang li her kesî dikin ku 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê her kes xwe berde qadan.''