‘Li hemberî cenezeyan jî dijminatiya xwe didomînin’

Parêzer Resûl Temûr, anî ziman ku desthilatdariya Tirk destûr neda cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li warên xwe bên veşartin û got, "Li hember miriyan jî dijminatiya xwe didomînin.”

CÎHAN B

Li hemberî cenazeyê rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî dijminatî hat kirin û destûr nehat dayîn ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û bên veşartin. Parêzer Resûl Temûr, diyar kir ku ti bingeheke hiqûqî ya vê yekê nîne.

Hat daxuyakirin ku cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Rojava hatin qetilkirin, ku bi rojane li ser sînor li benda derbasbûna bajarê xwe bûn, hat astengkirin û li ser vê yekê hat ragihandin ku wê cenaze li Rojava bên veşartin.

Di 19'ê Kanûna 2024'an de Nazim Daştan û Cihan Bîlgîn di wesayîta ku tê de bûn ji aliyê balafirên bombekirî ya Tirk ve hatin qetilkirin. Hemû hewldanên malbatên wan ên ji bo wergirtina cenazeyan bêfêyde bûn; Dewleta Tirk destûr neda.

Ji ÎHD'ê Resûl Temûr, ku berê parêzerê Nazim Daştan jî bû, destnîşan kir ku ti bingeheke hiqûqî nîn e ku cenazeyan derbasî Tirkiyeyê nekin. Parêzer Temûr got, "Nabe ku ev astengî di çarçoveya hiqûqî de bê belgekirin. Pêvajoyeke vê ya fermî nîne. Mafê her miroveke heye ji aliyê xizmên xwe ve li ser axa xwe bê veşartin. Di hemû ol û qebûlkirinên civakî de weke mafekî tê pejirandin. Bi pêşîgirtina li vê xatirxwestinê re dewlet dijminatiya xwe ya li miriyan didomîne."

TI RAWABÛN ÇÊNAKE

Parêzer Temûr, têkildarê daxuyaniyên Tirkiyeyê yên li ser rojnamevanan ku 'dosya wan hene' jî got, "Ev rewş tenê dijminatî kirine. Îdîaya ku rojnamevan beriya niha hatibûn darizandin, anîn rojevê. Bi dozê ve rewakirina mirinan, di hiqûqê de cihek wê nîne. Darizandin li dadgehan bi awayekî hiqûqî pêk tê û cezayê wê jî li vê qadê tê dayîn. Hebûna dozekî weke hinceta kuştina sivîlan nîşandan, rîskek mezin ava dike.”

NAZIM JI ZÛ VE BERAET KIRIBÛ

Parêzer Temûr, da zanîn ku di doza navborî de Nazim Daştan beraat kiribû û wiha dewam kir: "Derbarê Cîhan de min dosya neşopandin, lê Nazim sala 2016'an li Dîlokê hate binçavkirin û girtin û piştî girtina nêzî 6 mehan hate berdan. Ji wê dozê beraat kir ji xwe. Nazim refleksa wî ya rojnamevaniyê hebû û ji ber parvekirinên li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal hat girtin. Ji ber ku di çarçoveya vê dosyayê de ti hêmaneke sûc a karibe çalakiyeke rêxistinî yan jî propaganda rêxistinê bike tinebû, beraat kir. Ceza xwaribûya jî ji ber ku Nazim rojnamevanî dikir, diviya li qada şer bihata parastin. Di vê wateyê de normên hiqûqa navneteweyî zelal in û hemû rêzikên hiqûqî yên pêwendîdar eşkere dikin ku rojnamevan ew kes in ku divê li herêma şer werin parastin."