Bûldan: Cîhan wê bi jinan re biguhere

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got, “Cîhan wê bi me re biguhere. Welatê me wê bi têkoşîna me biguhere.''

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di Civîna Koma Jinan a Parlamentoyê de axivî. Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tunidya Li Ser Jinê, li hemû maseyên rûniştinê dowîzên “Jin jiyan Azadî”, “Peymana Stenbolê Dide Jiyîn” û “Em li dijî tundiya dewlet-zilam li her qadê di têkoşînê de ne” hatin bicihkirin. Jinên ku tevlî civîna komê bûn, rûpoşên xemrî yên “Em têdikoşin” li ser nivîsandibûn dan ber rêyê xwe. 
 
Berî axaftina Bûldan, sînevîsyona balê dikişîne ser têkoşîn û berxwedana jinan hat temaşekirin.
 
Bûldan, hemû jinên têkoşer û berxwedan silav kirin û wiha axivî: “Xwişkên Mîrabal, tundî û komkujiyên dîktatoriya zilam li ber dîrokê teşhîr kirin. Li dijî zilmê û kedxwariyê serî rakirin. Bi têkoşîna xwe dîktatorek têk birin û ev jî nîşanî tevahiya jinên cîhanê û mirovahiyê dan. Ez îro ji vê derê Xwişkên Mîrabal û jinên di têkoşîna azadiya jinan de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û heskirin bibîr tînim. Cîhan wê bi me re biguhere. Welatê me wê bi têkoşîna me biguhere. Mirovahî û jiyan wê bi têkoşîna me qezen bikin.”
 
'TI EWLEHIYA JINAN NEMAYE'
 
Bûldan, bal kişan ser polîtîkayên AKP’ê yên 18 salan ên l idijî jinan û ev nirxandin kir: “Di dema desthilatdariya AKP’ê de, komkujî, tundî, sûc û kedxwariya li dijî jinan zêde bûn. Di vê 25’ê Mijdarê de jî, karneya mafê jinan a li Tirkiyeyê, ji tabloyek reş xirabtire. Di sala 2013’an de 237 jin hatin qetilkirin û di sala 2019’an de 474 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Di 10 mehên ewil ên sala 2020’an de jî 453 jin bi tundiya zilam hatin qetilkirin. Ger gotin di cih de be, komkujî û jenosîda jinê pêk hatiye li Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan pir zêde ye. Êdî rewş wisan bûye, jin ne tenê di malan de, di heman demê de li kargehan, li kolanan, li kafeyan û li her derên welat rastî tundiyê tên. Êdî li welat tu ewlekariya jinan ne ma ye.”
 
'LI DIJÎ KOMKUJIYA JINAN BERNAMEYÊN LEZGÎN HEWCE NE'
 
Bûldan, axaftina xwe wiha dewam kir: “Her roj ji bi awayên cuda tên qetilkirin û em şahidiya vê yekê dikin. Ji Nadîra Kadîrova bigirin heya Pinar Gultekîn, Gulîstan Dokû û Îpek Er, her sal bi sedan jin li vî wlatî ji aliyê zilaman ve tên qetilkirin. Ji ber ku naxwazin jinan biparêzin û ewlekariya wan bigirin. Jinan di encama têkoşînek mezin de, Peymana Stenbolê bi dest xistyin. Lê ji ber ku peyman nayê bi cih anîn, her roj tên qetilkirin, rastî tundî, tecawîz û kedxwariyê tên. Li şûna ku desthilatariya AKP’ê vê yekê bibîne û ewlekariya canê jinan bigire, tenê cizdana zilaman difikirie. Lê heya ku qanûn bêyî kêmasî bên bi cih anîn, emê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo ku komkujiyên jina bi dawî bibin, divê dest bi bernameyeke çalakiyan a lezgîn bê kirin.”
 
'DARAZA TIRK BI CEZANEKIRINÊ PIŞTIGIRÊ ZILAMÊN SÛCDAR'
 
Bûldan, bal kişand ser polîtîkayên ne cezakirina bersûcên jinan û ev peyam da: “Daraz bi polîtîkayên cezanekirinê, piştgiriyê dide zilamên sûcdar. Faîlên jinan ên hêzên eskerî yên li bajarên Kurdan ên li dijî jinên kurd sûc kirine tên parastine. Em baş dizanîn ku tundî, tacîz, tecawîz û qetilkirinên li dijî jinan perçeyeke polîtîkayên şerê taybete. Ji ber vê faîlê Îpek Er, çawîşê pispor Mûsa Orhan hat berdan. Dîsa sedama parastina Zaynal Abarakov ê bûye sedama windabûna Gulîstan Dokû çiye me baş dizanin. Em ji vê derê cardin bang dikin, dest ji parastina faîl û bersûcên jinan ên xwe li pişt cilên permî vedişerên berdin. Divê cezayên pêwîst li van êrîşkaran bên birîn. Heya ku bersûcên jinan bên cezakirin emê têkoşîna xwe her tim dewam bikin.”Herî dawî dikandarekî Aşurî ku vexwarinên alkolî ji bo firotanê tîne dikana xwe tê astengkirin. Rexmî ku tevahî gel û cihan jî dizane PKK’yî alkolê venaxwin û li dijî alkolê ne jî, bi hinceta ‘’hûn alkolê ji PKK’ê re dibin’’ hatine astengkirin. Dîsa ji firina nanpêjiyê re jî ji 2 telîs (torbe) ard zêdetir birina ard û arvanê hatiye qedexekirin.

Ji aliyê gelê herêmê ve tê gotin ku, ev qedexe tenê ne ji bo PKK’ê ye, ji bo mexdûrkirina gelê herêmê ye jî. Kesekî ji xelkê herêma Nehlê ku ji ber gef û tirsa PDK’ê nexwest navê xwe bide jî wiha got; ‘’dixwazin me di bin ambargoyê de bihêlin ku em dev ji ax û gundê xwe berdin. Ji ber ku em Aşûrî ne û Mesîhî ne, dixwazin dest daynin ser warê me. Jixwe em sedan salan e koçber û mexdûr in. Gelê me li gelek cihan bi qirkirinan re rû bi rû maye. PDK çi ji me dixwaze?’’

Li gel van gefan û destdanîna ser tiştên gelê herêmê, berpirsiyarê asayîşa Dînartê Behzat Feyzo dikandarên herêmê re hişyariyek şandiye û gotiye ku, ‘’ger PKK were herêmê, divê hûn hatin û çûyîna îxbarî me bikin û tiştan nefiroşin PKK’ê.’’

Tê dîtin ku li gel hemû bangawaziyên Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd jî PDK di helwesta xwe ya şer û dijminahiya Kurdistanê de bi israr e. Ji bo piştgiriya gel a li PKK’ê rawestînin jî, dixwazin xelkê bitirsînin. Lewma dikevin nav kiryarên gelek qirêj. Li deşta Nehlê, nexasim li ser gelê Aşûrî û Zêbarî zextên sîxûriyê zêde dikin. Gundî bi zorî têne desteserkirin û zext li wan tê kirin da ku cihûwarên gerîla îxbar bikin û ji bo sîxuriyê îmze biavêjin. ''