Zinarîn Kobanê: Çîroka her jinekê sedema şoreşekê ye
Fermandara YPJ'ê Zinarîn Kobanê diyar kir ku jinên rêxistinbûyî xurt û berxwedêr in û got, "Çîroka her jinekê sedema şoreşekê ye."
Fermandara YPJ'ê Zinarîn Kobanê diyar kir ku jinên rêxistinbûyî xurt û berxwedêr in û got, "Çîroka her jinekê sedema şoreşekê ye."
Ji Fermandarên YPJ'ê Zinarîn Kobanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê axivî û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye.
Kobanê di şexsê xwişkên Mîrabel, Hevrîn Xelef de şehîdên şoreşê bi bîr anî û got, "Ji zîhniyeta serweriya mêr a 5000 salî û vir ve tundiya li dijî jinê dewam dike. Nabe ku em vê tundiyê tenê ji aliyê fîzîkî ve binirxînin. Ji aliyê psîkolojîk, çandî ve polîtîkayeke qirêj û zirav tê meşandin. Komkujiyên jinan her sal zêde dibin. Rastiya îsal jî li pêş çavan e. Jinan li dijî van polîtîkayan çiqasî têkoşîn mezin kirin, ewqasî jî êriş zêde bûn. Ji ber vê yekê divê em jin li rastiya xwe vegerin û cewhera xwe ya di rastiyê de bibînin."
'DIVÊ EM NEBIN QURBANÊ SÎSTEMA BI SERWERIYA MÊR'
Kobanê got, "Dihate gotin ku jin lawaz e, nikare karekî bike, ji bo gel û xaka xwe nikare rahêje çekê" û destnîşan kir ku jinê bi pratîka xwe ev axaftin hemû pûç kirin. Kobanê diyar kir ku jin divê her roj bi perwerde û rêxistiniya xwe xwe bi pêş ve bibin û got, "Çi dibe bila bibe yên jiyan afirandine û pêşengiyê dikin em in, jin in. Dibe ku berê ev zemîn tune bû, lê belê niha ji her alî ve serketin bi dest xistine. Bi fikir û îdeolojiya xwe ya azadiyê em dikarin bi tevlîbûneke xurt pêşengiyê bikin. Ji ber ku hêz, rêxistinî, fedakarî, dilsozî û lehengî heye. Divê ti carî nebe qurbanê zîhniyeta bi serweriya mêr."
'JIN A RÊXISTINBÛYÎ XURT E'
Kobanê anî ziman ku sîstemê civakeke nexweş û bi kanser afirandiye û got, "Di nava her mirovî de ev nexweşî bi rengekî cuda tê dîtin. Em jin divê bi sekna xwe, hêz û baweriya xwe van nexweşiyên dijmin ji holê rakin. Mîna doktoran divê em dermanê ji pirsgirêkên xwe, ji nexweşiyên xwe re bibînin. Jin divê hişyar bin. Jin a rêxistinbûyî xurt e, bi îrade ye, fermandara pêşeng e. Lewma divê em jin timî li pişt xwe nenêrin, li pêşiya xwe binerin û gavên rast biavêjin."
'HER JINEK SEDEMA ŞOREŞEKÊ YE'
Kobanê destnîşan kir ku divê ew berê xwe bidin pêngavên 'Na ji tundiya li jinê re' û 'Dem dema azadiyê ye', van pêngava bi serketinê tacîda bikin û got, "Bêguman weke YPJ berpirsyariya destpêkê dikeve ser milê me. Heta dawiyê divê em xwedî li van serketinan, li hêza jinê ya şoreşê derkevin. divê em hêza xwe xurtir bikin, têkoşînê mezintir bikin. Li ku dibe bila bibe divê em têkoşîneke xurt bimeşînin, hêza xwe mezin bikin. Banga me li jin ên ciwan hemûyan e: tevlî şoreşê bibin, xwedî lê derkevin. Bi tevkariya xwe dikarin rola pêşengiyê bilîzin... Ev yek tê zanîn, 'Şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye', Her jinek sedema şoreşê ye' û ji ber vê yekê divê dest bidin hev, zor û zehmetiyan ji holê rakin û mîrateya ji me re hatiye hiştin hîn bi xurtî bigihînin siberojê."