KJC: Ji bo derba dawî li faşîzma mêr bê xistin, li ber xwe bide

KJC'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê bang li jin ên ciwan hemûyan kir ku tevlî govenda azadiyê bibin û ji bo derba dawî li faşîzmê bixin, li ber xwe bidin.

Koordînasyona Komalên Jin ên Ciwan (KJC) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku faşîzma mêr û terora dewletê li ber hilweşînê ne, têkoşîna azadiyê ya jinê gerdûnî bûye û ew di rewşeke wiha de 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çawa ku di dîrokê de xwişkên Mîrabel kuştin û bi vî rengî xwestin ku jinan ji berxwedanê vegerînin, îro jî bi qetilkirina Îpek Er, Gulistan Dokû, Hevrîn Xelef û Leyla Agirî dixwazin heman peyamê bidin." KJC'ê diyar kir ku bi navê jin ên ciwan ew li ber van hemû êriş, faşîzm û terora mêr radibin û bang li jinên ciwan ên li Kurdistanê û derveyî welat dikin ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê bêjin 'Na' û li dijî mêtiyê têbikoşin.

Ji bo têkbirina zîhniyeta nêrza KJC'ê bal kişand ser girîngiya eniya hevpar a berxwedanê û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê xwendekar, karker, kedkarên malê, bêkar, jin hemû divê di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan. Jin ên ciwan ên sosyalîst, demokratîk, şoreşger, femînîst û welatparêz hemû mil bi mil divê li ber faşîzma mêr tevbigerin. Bi rêya xweparastinê divê em kolanan li mêrtiyê tengav bikin. Di çarçoveya deklarasyona 25'ê Mijdarê ya KJK'ê de divê em ji eniya jin ên ciwan vê yekê bi rengekî çalak pêşwazî bikin."

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin, "Em bang li jin ên ciwan dikin ku tevlî govenda azadiyê bibin, xwe ji sazî û avaniyên dewleta mêr vegirin û ji bo derba dawî li faşîzma mêr bikin, li ber xwe bidin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê civakê biparêzin, jinê biparêzin û paşeroja azad bi têkoşîna xwe biafirînin.