Jinan li Minbicê ji bo 25’ê Mijdarê daxuyaniyek dan
Jinên ku li Minbicê hatin ba hev di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da û şanoyeke bi navê ‘Em ê bin nekevin’ pêşkêş kirin.
Jinên ku li Minbicê hatin ba hev di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da û şanoyeke bi navê ‘Em ê bin nekevin’ pêşkêş kirin.
Hevseroka Navenda Çand û Hunerê Roz Ishaq bi beşdariya endamên saziyên jinan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku bi navê her jineke azad ku keysbaziyê napejirîne, her wiha bi navê hemû jinên rewşenbîr ku xwe û civaka xwe ji nezaniyê rizgar dikin û dibin pêşengên civakan û bi navê hemû jinên li cîhanê, li hemberî tevahiya cûreyên tundiyê û zextên li jinan, li ber xwe didin.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji ber ku jin destkeftî û serkeftinan bi dest dixin, ev tundî li hemberî wan tê meşandin, ji ber ku dema jin dixebitin û xwe bi pêş dixin, rastî astengî û keleman tên."
Jinan di daxuyaniyê de bang li jinên azadîxwaz kir û ev yek got: "Em bang li jinên azad dikin ku li ber xwe bidin, di hemû qadên civakê de bibin pêşeng da ku bi têkoşîna xwe nifşekî bîrewer û xurt ava bikin."
Jinan spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo parastina jinan û xurtkirina rola wan di civakê de kar û xebatê dike.
Piştî daxuyaniyê endamên Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê şanoyek bi navê "Em bi bin nekevin" pêşkêş kir û di şanoyê de îşaret bi tundiya li ser jinan hate kirin.