'Berxwedana jinan a li dijî êrişan mezin dibe'

Rêxistina jinan a bi navê 'Yenî Kadin' bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û bal kişande ser mezinbûna berxwedana jinan.

Rêxistina Yenî Kadin bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2020'î de li Elmanyayê tenê heta meha Tebaxê 125 jin, li Belçîkayê 14 jin, li Fransayê heta meha Îlonê 68 jin, li Awûstûryayê 18 jin ji aliyê hevser, hevserê xwe yê berê yan jî partnerê xwe ve hatin kuştin. Em zanin ku ev dane tenê yên li pêş çavan e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tundiya li jinê bi her awayî zêde dibe, lê di heman demê de têkoşîna jinan jî mezin dibe û hate gotin, "Raperîna jinan a bi gotina 'ni una menos' sînor û parzemîn derbas kir. Jin têkoşînê û destên xwe digihînin hev û dîrokê dinivîsînin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku jin bi gotina 'Peymana Stenbolê jiyanê diparêze' dadikevin qadan û hate gotin, "Ji bo bibin baskê xwişkên Mîrabel, ji bo maf û jiyana xwe, ji bo hejandina cîhanê em dengê xwe bilind dikin."