Jinan li Baselê navê kolanan guhertin
Çalakvanên Meclîsa Jinan a Ronahî û TÊKO-JIN li bajarê Baselê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê çalakiyek li dar xistin û navê kolanên bajêr guhertin, navê şehîdan li wan kirin.

Çalakvanên TÊKO-JIN û Meclîsa Jinan a Ronahî, navê gerîla û şervanên jin ên ku di Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê de şehîd ketin, li kolanên nav û deng ên bajarê Baselê yê Swîsreyê kirin.
Weke din afîşên kampanyaya "Ji bo dadgehkirina dîktator 100 sedem, 100 hezar îmze" ku bi armanca dadgehkirina Erdogan ê ku berpirsyarê sereke yê qetilkirina jinan e, li navenda bajar hate daleqandin.