PAJK: Jin li dijî desthilata mêr li ber xwe didin
PAJK'ê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyanî da û got, "Em bi rêxistiniyê dikarin azad bibin."
PAJK'ê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyanî da û got, "Em bi rêxistiniyê dikarin azad bibin."
Koordînasyona PAJK'ê têkilî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyanî da û got, "Ji bo ku ev têkoşîn geştir bibe û faşîzm li bara vê meyla azadiyê sernekeve em pêngava, 'Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema azadiyê ye' tamam dikin, em jin pêşengiyê didin ser milê xwe. Em qedroyên PKK'yî û PAJK'î pêngava KJK'ê ya bi KCK'ê re hevdemî ya, 'Li Dijî Qirkirina Jinê dema parastina jina azad û civaka azad e', bi dirûşmeya 'divê yek jin jî bêrêxistinî nemîn' pêşwazî dikin."
PAJK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Me Partiya Jinên Azad a Kurdistanê dît ji bo jiyaneke birûmet, li dijî hemû îdeolojiyên zilamê serwer ji bilî xweperwerdekirin û parastinê ti çareya me nîne."
DESTHILATA FAŞÎST A AKP-MHP'ê KURDAN Û JINAN DIKE HEDEF
Bi berdewamî wiha hate gotin: "Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze Kurdan û bi taybet jî jinan bike hedef û qira wan bîne. Plana şikandina Kurdan sazkar kirin. Ji bo ku Rêber Apo paradîgmaya Tevgera Azadiya Kurd bi azadiya jinê ve girêdan û bi vê re li bara têkoşîna azadiya jinê ya geş bûyî, desthilat kete nav tirseke mezin. Rêbertiya me azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêda, li bara vê hêza rêxistinî ya jinên Kurd, bi navenda xweparstinê, li bara vê heybeta li hemû parçeyên Kurdistanê geş bûyî, giranî dane polîtîkayên qirkirina jinê. Dewleta Tirk ji bo ku ji vê hêza Rêber Apo ditirse, her ku tecrîd girantir kir, plana hêrifandinê û qirkirina jinê bi hovîtî hate sazkarkirin.
LI GEL HEMÛ ÊRÎŞAN JÎ JIN LI BER XWE DIDIN
Bi berdewamî hate gotin li dijî hikûmeta Erdogan ku navê xwe li lîsteya desthilatên faşîst ên cîhanê nivisiye jinên ji Kurdistanê û Tirkiyê li dijî hemû qedexeyan li ber xwe didin, bi bîr xist ku li Belarûsê jinan desthilata Lukaşenko ji cih kirin, li Polonya piştî ku hate xwestin imzeya xwe ji ser Peymana Stenblê rakin, bedena jinê bikin aidî mêr jin li dijî yasayê derketin, li Meksîkayê ji bo ku hesab ji kujerên jinan were pirsîn dadgeha bêdad dane ber êgir û hate gotin, ''Ev hemû nîşan didin ku ti kesek bêyî ku hesabê jinê bike, vîna wê bibîne, nikare yek gavê bavêje.''
PAJK'ê herî dawî wiha got: ''Weke ku li jorê jî me gotî, ji bo ku civak, takekes, sirûşt bi azadî bijî azadiya jinê krîtereke sereke ye. Ji bo ku ev têkoşîn bi rengekî hê xurtir geş bibe û li bara vê meyla azadiyê faşîzm neserkeftî be, em pêngava KCK'ê, ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema azadiyê ye'' tamam dikin, em jin pêşengiyê didin ser milê xwe. Em qedroyên PKK'yî û PAJK'î pêngava KJK'ê ya bi KCK'ê re hevdemî ya, ''Li Dijî Qirkrina Jinê Dema Parastina Jina Azad û Civaka azad e'', bi dirûşmeta 'divê yek jin jî bêrêxistinî nemîn'' pêşwazî dikin. Ji bo vê jî bi rêxistinkirina tekane heqîqetê, weke parçeyek ji hêza rêxistinî em dikarin xweparastina xwe geş bikin, li dijî her cure tundiyê li ber xwe bidin. Em bi rêxistiniyê dikarin azad bibin! Em dibêjin bi rêxistinbûnê azad dibin.''