JIN
Hemû Nûçe
-
Li Fransayê, jineke Kurd ji aliyê mêrê ku pê re dima, hate kuştin
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, Yasemîn Çetîndag (25) ku ji 23'ê Kanûnê ve winda bû, ji aliyê Savaş Ozyanik (42) ê ku beriya du mehan pê re bû, hate kuştin. -
Li dijî diktatoriya Tirk li Danîmarka îmze hatin komkirin
Di çarçoveya kampanyaya ’100 sedem ji bo darezandina dîktator’ de ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) hatiye destpêkirin li paytexta Danîmarka Kopenhagê çalakiyek hate kirin. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê civîna xwe li dar xist
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan ji bo xeta têkoşîna polîtîkaya pêvajoya nû diyar bikin, bi rêya onlîne civînek li dar xist. -
Çeteyên Sultan Murad jineke Efrînî kuştin
Rêxistina Mafê Mirovan a EFrînê ragihand çeteyên Sultan Murad beriya bi çend heftiyan ji eşîra Ereb El-Umeyrat jinek kuştine. -
Jinan di sala 2020'î de gavên girîng avêtin
Sala 2020'î her çend bi vîrûsa koronayê û bûyerên têkildarî wê ve bê bîranîn jî di mijara mafên jinan û wekheviya zayendan de hin gavên erênî hatin avêtin. -
Nûçegihana Jinnewsê hate destgîrkirin
Polîsên Tirk li navçeya Pertek a Dêrsimê nûçegihana Jinnewsê Gulistan Azak destgîr kirin. -
Jinên Tebqayê xwedî li berxwedana QSD’ê derketin
Jinên ku li Tebqayê xwedî li berxwedaniya Eyn Îsayê derketîn, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya hikûmetên Şam û Rûsyayê şermezar kirin. -
Mêrek ji girtîgehê hate berdan, hevjîna xwe qetil kir
Li Balikesîrê mêrê binavê Recep Kirtay, ji girtîgehê bi destûr derket, hevjîna xwe Çîgdem Kirtay qetil kir. -
TAJÊ: Leyla Guven sembola berxwedana jina Kurd e
Kordînasyona Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ragihand ku Leyla Guven sembola berxwedaniya jina Kurd e û di heman wextê de dilsoz û şopdarê felsefa û fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
Cezayê hicreyê dane girtiyên grêva birçîbûnê
Îdareya Girtîgeha Girtî ya Tîpa L'ê ya Antalyayê bi hinceta ku 'propagandaya rêxistinê kirine'' lêpirsîn li ser girtiyên grêva birçîbûnê vekir û 11 roj cezayê hicreyê da. -
Li Efganistanê parêzvana mafên jinan hate kuştin
Li bakurê paytexta Efganistan Kabûlê êrişkarên bi motorsîklet, parêzvaneke mafên jinan û birayê wê kuştin. -
Jin li Silopiyayê ji bo yekîtiya netewî hatin ba hev
Jinên ji bo yekîtiya netewî pêk bê li Silopiyayê hatin ba hev, got: ‘Em nebin yek em ê hemû winda bikin.” -
Li Hambûrg û Kopenhagê çalakiya ‘100 sedem’
Jinên Kurd li bajarê Hambûrg a Elmanya û li paytexta Danîmarka Kopenhagê ji bo ku dîktatorê Tirk Receb Tayîp Erdogan bê darizandin îmze komkirin. -
Jinên Kurd li Elmanya û Hollandayê xwestin dîktator were darizand
Jinên Kurd li gelek bajarên Elmanya û Hollandayê dewleta Tirk û dîktatorê serkêşê wê Recep Tayîp Erdogan protesto kirin û daxwaza azadiya Leyla Guven kirin. -
TJA: AKP-MHP hiqûqa faşîst ava dike
TJA ya nerazîbûn nîşanî rehîngirtina Guven da bal kişand ku deshilata AKP-MHP’ê dixwaze sîstema hiqûqa faşîst ava bike. TJA’yê got: “Ev biryar ji aliyê Kurd û jinan ve ti wateya xwe nîne.” -
Ceza dane endamên Komeleya Jinan a Rosayê
Endamên Komeleya Jinan a Rosayê Gulîstan Nazlier û Sevîm Çoşkun li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê ceza xwarin. -
KJK: Leyla Guven xeta me ya azadiyê ye
Koordînasyona KJK’ê: Wekî di şexsê Leyla Guven de tê dîtin ku serfirazî wê ya jinan be yên ku xwe dikin çavkaniya azadî û berxwedanê. -
KCK: Girtina Leyla Guven rastiya desthilatdariyê raxist pêş çavan
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê nerazîbûn nîşanî girtina Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven da û ev peyam da, "Ji Leyla Guven re hatiye gotin; eger tu li ber tecrîda li Îmraliyê rabe û xwedî li Rêbertî derkeve, em ê vê bînin serê te." -
KNK'ê dîlgirtina Leyla Guven şermezar kir
Komîsyona Jinê ya KNK'ê bi daxuyaniyekê girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û destnîşan kir ku zext û zordarî ji bo wan sedema bilindkirina têkoşînê ye. -
JKŞ bang li hemû jinan kir ku derkevin qadan
Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li ser girtina Leyla Guven helwest nîşan da û got, ''Divê hemû jin xwe berdin qadan.'' -
Kurdên li Swîsreyê ji bo Leyla Guven daketin qadan
Li dijî dîlgirtina Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li bajarên Bern, Bîel, Lozan, Basel û Solothûrnê yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin. -
Girtina Leyla Guven li Brûkselê hate protestokirin
Dîlgirtina Hevseroka KCK’ê û Parlementera Colemêrgê HDP’ê Leyla Guven, li ber avahiya PE ya Brûkselê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Jinnews dîsa hate astengkirin
Di nav rojekê de sê caran malpera Jinnewsê hate astengkirin. -
9 rêxistinên jinan: Leyla Guven vîna me jinan e
Rêxistinên jinan li ser girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven helwest nîşan dan û gotin,''Leyla Guven a ku li dijî neheqî û neheqiyan derdikeve vîna me jinan e.'' -
22 parlementerên HDP’ê lêgerîna bi tazî birin meclîsê
22 parlementerên jin ên HDP’ê lêgerîna bi razî ya di dema destgîrkirin û ketina girtîgehê de xistin rojeva meclîsê û diyar kirin ku lêgerîna bi tazî divê di çarçoveya êşkenceyê de were nirxandin.