Ceza dane endamên Komeleya Jinan a Rosayê
Endamên Komeleya Jinan a Rosayê Gulîstan Nazlier û Sevîm Çoşkun li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê ceza xwarin.
Endamên Komeleya Jinan a Rosayê Gulîstan Nazlier û Sevîm Çoşkun li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê ceza xwarin.
Doza endamên Komeleya Jinan a Rosayê Gulîstan Nazlier û Sevîm Çoşkun li Amedê çêbû.
Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê pêk hat.
Dadgeha Tirk bi îdîaya ku ''endamê rêxistinê ye'' 6 sal û 3 meh ceza li Nazlier birî.
Her wiha danişîna Sevîm Çoşkun jî li eynî dadgehê pêk hat. Dadgeha Tirk bi îdîaya ''endamê rêxistinê ye'' 7 sal ceza da, ji ber mukavemeta li polîsan 18 meh ceza lê birî û biryara tehliyekirinê da.