22 parlementerên HDP’ê lêgerîna bi tazî birin meclîsê

22 parlementerên jin ên HDP’ê lêgerîna bi razî ya di dema destgîrkirin û ketina girtîgehê de xistin rojeva meclîsê û diyar kirin ku lêgerîna bi tazî divê di çarçoveya êşkenceyê de were nirxandin.

Parlementerên jin ên HDP’ê lêgerîna bi navê ya li girtîgeh û navendên destgîrkirinê anîn rojeva meclîsê. 22 parlementeran pirsname ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul re kirin û xwestin lêgerîna bi tazî divê di çarçoveya êşkenceyê de were nirxandin.

Di pirsnameyê de hate diyarkirin ku di wan şertan de tu rêya îspatê tune û lêgerîna bi navê tê ferzkirin û lêgerîna bi tazî li dijî Peymana Stenbolê ye jî ya ku Tirkiyeyê ew peyman îmze kiriye.

Van parlementeran îmze dan pirsnameyê:

Meral Daniş Beştaş

Ayşe Acar Başaran

Ayşe Surucu

Dêrsim Dag

Dîlan Dîrayet Taşdemîr

Dilşat Canbaz Kaya

Ebrû Gunay

Fatma Kûrtûlan

Feleknas Uca

Fîlîz Kerestecîoglû

Gulistan Kiliç Koçyîgît

Huda Kaya

Mûazzez Orhan

Nûran Îmîr

Oya Ersoy

Pero Dundar

Remziye Tosûn

Semra Guzel

Serpîl Kemalbay

Şevîn Coşkûn

Tulay Hatimogûllari

Zuleyha Gulum