KNK'ê dîlgirtina Leyla Guven şermezar kir

Komîsyona Jinê ya KNK'ê bi daxuyaniyekê girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û destnîşan kir ku zext û zordarî ji bo wan sedema bilindkirina têkoşînê ye.

Komîsyona Jinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê hebûn û paşeroja xwe li ser tunekirina destketiyên gelên bidest, çand, ol û civakên cuda ava kiriye û êrişên rojane yên li dijî jinan, destketiyên jinan, êrişên li hemberî gelê Kurd û mafên civakî, mirovî, neteweyî, zarok, kedkar, hunermendan hate bibîrxistin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ev rejîma dîktator herî zêde jî ji tevgera jinên azad û rexistina wê ditirse û bi erîşên herî giran û derveyî sinc û mirovahiye dixwaze tune bike. Leyla Guven bi salane li hember êriş û gefên rejîma fasîşt li ser xeta baweriya jiyana azad û jina azad di nav refên tekoşînê de cihê xwe girtiye û ti carî serê xwe netewandî ye. Leyla hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an li bajarê Colemêrgê bi dengekî bilind weke parlementer hate hilbijartin. Lê Leyla ne tenê parlamenterek di Meclîsa Enqereyê de bû. Leyla heman demê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk bû û li hemberî her cûre zilm û zordariyê xwedî sekneke şoreşger bû. Rejîma dîktator ne tenê li Bakur li her çar perçeyên Kurdistanê li hember gelê Kurd şer dike û dixwaze destketiyên gelê Kurd tune bike. Leyla di pivajoyek wiha girîng de di xebatên yekîtiya neteweyî de xwedî rol û ristek girîng e. Ji ber vê yekê rejîma faşîst li gel binpêkirina hemû zagonên xwe ew bi cureyek hov û dermirovahî derdest kir û xiste zindanê. Bi van kiryarên xwe dixwaze ku hemû dengên muxalîf qut bike û civakekî bê refleks û bê deng ava bike. Lê em baş dizanîn ku ji Leylayan re her der qada têkoşînê ye. Bi girtin û gef lê xwarinê ti jinên azad gav li paşde navêje. Ji bo xebatên kongreya civata demokratîk 22 sal 3 meh cizayê zindanê li Leylayê hate dayîn. Duh dadgeha bilind a Ewropayê di doza Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de da xuyakirin kû ev xebatên KCD yê xebatên hiqûqî ne û nabe kû wekî kiryarên derveyî zagonê were nirxandin."

Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hate dayin: "Bila bê zanîn ku ev zext û zordariya hov ji bo me sedema bilindkirina têkoşînê ye. Em ti carî van kiryarên rejîma faşîst napejirînin û em ê têkoşîn û berxwedana xwe li her qada jiyanê bilindtir bikin."