JKŞ bang li hemû jinan kir ku derkevin qadan

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li ser girtina Leyla Guven helwest nîşan da û got, ''Divê hemû jin xwe berdin qadan.''

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) têkilî rehîngirtina Leyla Guven daxuyanî da. JKŞ'ê diyar got, ''Dewleta Tirk a faşîst a bi serweriya mêr careke dî êrîş aniye ser vîna jinê.''

JKŞ'ê di daxuyaniyê de got dewleta Tirk bi destgîrkirin, girtin, destdirêjî û destavêtinê dixwaze têkoşînê qels bike û bişkîne, vê siyaseta xwe bi xebitandina hemû amûrên dewletî roj bi roj girantir dike û nexsim li ser jinên Kurdistanê hemû rêbazên vê siyastê bi kar tîne.

JKŞ'ê bi domdarî got dewleta Tirk ji bo ku vîna jinê bişkîne pêşengên Têkoşîna Azadiya Jinê bi biryarên siyasî yên dagehan êsîr digire û got, Leyla Guven ku ji bo azadiya jinan bi salan e têdikoşe bi biryareke siyasî bi bayê bezê esîr girtin.

JKŞ'ê bi domdarî got, ''Biryara li ser Leyla Guven bêguman ne biryareke jirêzê ye. Leyla Guven bi têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP'ê, bi têkoşîna xwe ya biryardar, bi grêva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Imraliyê bûye sembola berxwedanê. Dewleta Tirk dixwaze van nirxan di şexsê Leyla Guven de êsîr bigire.''

JKŞ'ê her wiha got, ''Divê hemû jin xwe berdin meydanan, azadiyê ji bo Leyla Guven bixwazin.''