Li Fransayê, jineke Kurd ji aliyê mêrê ku pê re dima, hate kuştin

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, Yasemîn Çetîndag (25) ku ji 23'ê Kanûnê ve winda bû, ji aliyê Savaş Ozyanik (42) ê ku beriya du mehan pê re bû, hate kuştin.

Malbata Yasemîn Çetîndag ji ber ku nekarî xwe bigihîne keça xwe, di 23'ê Kanûnê de ji polîsan re ragihand ku winda ye. Di encama lêpirsîna Midûriyeta Polîsên Edlî ya Navbera Herêman (DIPJ) de eşkere bû ku hatiye kuştin.

Bav Azad Çetîndag ku bi eslê xwe ji Çewlikê ye got, "Keça min nêzî 8 salan bi vî kesî re bû. Çar zarokên wan hebû. Dema dawî keça min nedixwest pê re bimîne."

Bav Çetîndag ev agahî da: "Herî dawî di sibeha 23'ê Kanûnê de kujerê keça min diçe malê. Dibêje ku Yasemîn bi hinekan re diaxive û li pêş çavên zarokan sîleyê lê dide. Piştre jî ji mutbexê radihêje kêrê û wê birîndar dike. Ev jî têrê nake, bi fûlarê wê difetisîne. Piştre jî cenazeyê Yasemîn dibe banyoyê û derî digire. Zarokan dibe mala xwe û piştî ku vedigere, bi hevalekî xwe re cenazeyê keça min dibe li daristanekê vedişêrin."

Çetîndag ku niha li Çewlikê ye diyar kir ku ew her sibehê teqez bi telefonê bi keça xwe re diaxivî û got, "Dema ku wê sibehê negeriya, min meraq kir û ez lê geriyam, lê nekarî bigihêjim wê. Min li keça xwe ya din geriya. Wê jî nekarîbû xwe bigihîne wê. Piştre dema ku li kujer geriya, wî got ku zarok bi wî re ne, lê Yasemîn nedîtiye."

Bav Çetîndag wiha dewam kir, "Li ser vê yekê min ji malbata xwe xwest ku yekser li polîsan bigerin. Polîs jî zarok jê stand û radestî malbata min kir. Piştî ku çûn mala Yasemîn dîtin ku banyon paqij e, lê belê dema ku lêkolîneke berfireh kirin, şopa xwînê dîtin. Lê belê vî kesî digot ku Yasemîn nedîtiye. Ew destgîr kirin.

Neviya min a herî mezin Asmîn (8) ya ku wê êvarê bi serê dayika wê hat, bi berfirehî vegot. Ya ku ez dibêjim, gotinên neviya min e. Tevî vê yekê kujer gotibû ku wî Yasemîn nedîtiye. Lê belê pitî lêkolîna bi berfirehî ya polîsan cenazeyê keça min sibeha 28'ê Kanûnê li daristana Vendenheîmê veşartî dîtin."

Li gorî agahiyên ku rayedarên polîsan dan, Yasemîn Çetîndag di 23'ê Kanûnê de li taxa Montagne-Verte ya Strasboûrgê, li daîreya ku tevî çar zarokên xwe lê dima, ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hate kuştin û cenazeyê wê li daristanê hate veşartin.

Savaş Ozyanik ku destpêkê kuştina Yasemîn Çetîndag înkar kir, ji aliyê derdorê ve weke yekî bi hêrs û hesûd dihate naskirin.

Rayedarên polîsan diyar kirin, piştî ku hevalê wî cihê ku Yasemîn lê hate veşartin nîşan da Savaş Ozyanik (42) li kuştinê mikur hat û di 26'ê Kanûnê de hate girtin.

Rayedarên polîsan her wiha ragihandin ku kesê alîkarî da Savaş Ozyanik 48 salî ye, firotina narkotîkê jî di nav de ji ber gelek sûcan 11 caran hatiye girtin.

Rayedaran diyar kirin ku vî kesî cenazeyê Yasemîn Çetîndag xistiye bagaja wesayita xwe û di encama mikurhatinên wî de cenazeyê Yasemîn Demîrbag li daristana Vendenheîmê hatiye dîtin.