TAJÊ: Leyla Guven sembola berxwedana jina Kurd e

Kordînasyona Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ragihand ku Leyla Guven sembola berxwedaniya jina Kurd e û di heman wextê de dilsoz û şopdarê felsefa û fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Kordînasyona Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daxuyeniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Ji aliyê dewleta faşîst a dagirker ve careke dîtir jina têkoşer û berxwedêr Leyla Guven hate girtin û cezayê zindanê lê hate birin. Dewleta faşîst xwe li ruhê azad û aştîxwaz ya jina Kurd Leyla Guven negirt, bi vê bûyera sosret ya ne huquqî bêçaretî û rû reşiya xwe raxist ber çavên hemû cîhanê.

‘LEYLA GUVEN SEMBOLA BERXWEDANIYA JINA KURD E’

Leyla Guven sembola berxwedaniya jina Kurd e û di heman wextê de dilsoz û şopdarê felsefa û fikirê Rêber Apo ye. Ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û hemu girtiyên siyasî, bi fedekarî û îradeyek pir mezin du sed rojan bedena xwe da ber rojiya mirinê û berxwedaniyek bê wêne raber kir. Piştî çalakiya xwe jî bi werektî û azweritiyê berdewam ji bo aşitî, yêkîtî û tifaqa navbera gelan de kar û xebat kir. Leyla Guven ne tenê ji bo jina Kurd ji bo hemu jinên cihanê li hember cînsperezî, ne wekhevî û ne dadweriya dewlet û mêran têkoşiya, berxweda û li pirskirêkên jinan û civakê xwedî derket. Bi vê sekna xwe û xebata xwe ji bo hemu jinan bu çavkaniya bawerî, wêrektî û moralek pir mezin. Dilsozî û girêdaniya xwe ya bi gel re hêz û rêxistin ava dikir. Ruhê Leyla Guven yê azad û berxwedêr tirs û xofek pir mezin xiste dilê dijmin û neyaran. Di şexsê jina Kurd Leyla Guven de têk çûyîn û lewaziya xwe dîtin, ji bo wê xwe li hember ruhê wê yê aşitixwaz negirtin, xistin zindanê. Ji ber ku dewleta faşîst a Tirkiyê alîgirê şer, xwinrêji, qetlîam û fermanane. Fêrî kuştina jin, zarok, ixtiyar û ciwana buye.

‘BI GIRTINÊ NIKARIN PÊŞIYA TÊKOŞÎNÊ BIGIRIN’

Wisa dizanin ku dema Leyla Guven xistin zindanê yê tenê bimêne û bi vê kiryarên xwe ne mirovî bikaribin pêşî li têkoşîna azadiyê bigrin. Lê çawa, tu car roj nayê zeft kirin, îrade û ruhê azad jî tu hêz tu caran yê nikaribe zeft bike. Cardin di dirokê de çawa tu hêzên zalim û desthiladar nikarine pêş li têkoşîna azadiya gelan bigrin, îro jî dewleta faşist ya qirker yê nikaribe pêşî li azadiya jina Kurd û gelê Kurd bigre. Hê di roja despêkê de li her devera ku Kurd û dostên xwe lê heye xwedî li jina Kurd Leyla Guven derketin, dilsozî û girêdaniya xwe ji bo wê raber kirin. Yê tenê ma, rureş bu hate şermezar kirin û tewanbar kirin, dewleta faşist ya Tirkiye bu. Dewleta faşist ya Tirkiyeyê, ji aliyê wijdan û exlaqê mirovahiyê de ji roja despêkê de hate darizandin û mehkum kirin.

‘TÊKOŞÎNA INA KURD LEYLA GUVEN SERKETIYE, DEWLEA TIRK JÎ TÊK ÇÛYE’

Di wate de ji niha ve têkoşîna Jina Kurd Leyla Guven bi serketiye û dijminê mirovahiyê dewleta Tirkiye têk çûye. Dost û hevalbendên jina Kurd Leyla Guven her diçe zêde dibin lê dost û hevalbendên dewleta faşist her diçe tune dibin. Bila dijminê xwinxar baş bizanê yê nikaribe xwe li beramberî kîn, hêrs û întîqama jina Kurd bigre. Ji ber ku kîn û hêrsa jina Kurd pir kur û dirokiye. Dijminê ku ji aşitiyê û mirovahiyê fêm neke yê di nav hêrs û kîna jina Kurd de bê fetisandin û tine kirin. Çawa li Şengal û Kobanî berxwedanî û îradeya jin û ciwanên Kurd DAIŞ têk birin, dewleta faşist ya Tirkiye jî yê nikaribe xwe li berxwedaniya jin û ciwanên Kurd bigre. Ji bo wê yêkê em dibêjin bijî berxwedaniya Leyla Guven. Berxwedaniya Leyla Guven berxwedaniya hemu jinên Kurd û yê cîhanê ye. Em hemu Leyla Guven û hevalbendên wêne.”