Cezayê hicreyê dane girtiyên grêva birçîbûnê

Îdareya Girtîgeha Girtî ya Tîpa L'ê ya Antalyayê bi hinceta ku 'propagandaya rêxistinê kirine'' lêpirsîn li ser girtiyên grêva birçîbûnê vekir û 11 roj cezayê hicreyê da.

Bi hinceta ku ''propagandaya rêxistinê kirine'', îdareya Girtîgeha Girtî ya Tîpa L'yê ya Antalyayê 11 roj ceza da girtiyên grêva birçîbûnê.

Girtiyan bi nameya ku jin Jinnewsê re şandin binpêkirina mafan bi raya giştî re par ve kirin. Girtiyan ragihandin bi hinceta çalakiya grêva birçîbûnê, bi îdîaya ku ''propagandaya rêxistinê kirine'' 11 roj ceza daye girtiyên bi navê Nîda Kutlu, Hatîce Çakmak û Şukran Ozer. Girtiyan her wiha diyar kirin name bi derengî dikevin destê wan, danûstandina wan tê astengkirin. 

Girtiyan her wiha gotin kovar û pirtûkan nadin wan. Rêveberiya gritîgehê qedexe kiriye ku bi kargoyê kovarn ji wan re werin şandin.