Meclîsa Jinan a HDP’ê civîna xwe li dar xist

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan ji bo xeta têkoşîna polîtîkaya pêvajoya nû diyar bikin, bi rêya onlîne civînek li dar xist.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HD) ji bo xeta têkoşîna xwe ya polîtîk a pêvajoya nû diyar bike civînek onlîne li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter û endamên Meclîsê beşdarî civînê bûn.

Pervîn Bûldan axaftina destpêkê ya civînê kir û da zanîn ku di sala 2020’an de daxwazên jinan tune hatine hesibandin, lê belê di heman demê de salek ku têkoşîna jinan derket asta herî jor bû. Bûldan destnîşan kir ku divê sala 2021’an de bibe sala serkeftina têkoşîna jinan.

Piştî axaftina Bûldan, di civîna de çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, biryara DMME’yê ya derbarê azadkirina Selahattîn Demîrtaş, geşedanên din û êrişên li ser têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin.

Hate diyar kirin ku wê di rojên pêşiya me de, encamnameya civînê bi raya giştî re were parvekirin.