KJK: Leyla Guven xeta me ya azadiyê ye

Koordînasyona KJK’ê: Wekî di şexsê Leyla Guven de tê dîtin ku serfirazî wê ya jinan be yên ku xwe dikin çavkaniya azadî û berxwedanê.

Koordînasyona KJK’ê nerazîbûneke tund nîşanî girtina Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven de.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Leyla Guven wekî jineke Kurd ji ber ku ji bo azadiya gelan, jinan û mirovayetiyê têkoşiya, îro hate girtin. Di rastiyê de jî rewşeke wisa tuneye ku ceza lê were birîn.
Berxwedana jinên Kurd a li dijî mêtingerî, faşîzm û dewleta Tirk bênavber didome. Israra me ya di jiyana azad de, wê me bigihîne serfiraziyê. Ji bo ku sedsala 21’ê bibe sedsala jinan, jinên Kurd pêşengtiyê dikin. Axên mezopotamyayê dibin şahida pêkanîya şoreşên mirovayetiyê yên bi pêşengiya jinan tê kirin. Afirîneriyên jiyana azad li ser axa Kurdistanê hemû tarîtiyan ronî dike û rê nîşan dide.

Têkoşîna azadiyê bê berdel nabe. Ev titş ji bo me gelên bênasname, bêzimanê zikmakî, bêwelat bêtir lê tê. Dîrokeke mêtingerbûna jinan heye. Li ser jinên Kurd pêkanînên gelekî giran ên mêtingeriyê hatiye kirin û hatiye asta ku her tişt ji destê wan were stendin. Bi avabûna PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo re vê dîroka mêtingeriyê berevajî bûye. Ji bo me şîfreya bingehîn a jiyana bi rûmet û dirust berxwedana li ser bingeha îdeolojiya azadiyê ye.
Hevseroka KCD’ê rêzdar Leyla Guven di 21’ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk a tirsonek û faşîst, ji ber cezayê wê yê girtîgehê ya 22 salan hate destgîrkirin.

JIYAN Û HELWESTA LEYLA GUVEN JI BO GELÊ KURD Û JINAN MÎNAK E

Leyla Guven ji ber ku ji bo azadiya gelan, jinan û mirovayetiyê têkoşiya, hate girtin. Di rastiyê de rewşeke wisa tuneye ku were girtin.
Jiyan û helwesta Leyla Guven ji bo gel û jinên Kurd mînakeke gelekî bi qîmet e. Me jinan dît ku, dema em li jiyana Leyla Guven binihêrin em ê bibînin ku em ê çawa azad bibin û çawa li ber xwe bidin. Jiyana Leyla Guven ji bo jinan rêya diçe ber azadiyê nîşan dide. Ew bi helwesta xwe ya jiyanê nîşan dide ku heke li hemberî dijwariyan mirov bide pey fikrên azadiyê yên Rêber Apo, wê çawa bibe çavkaniya azadiyê. Ew bi helwesta xwe ya têkoşînê nîşan dide ku çawa azadiya jinan û azadiya gelê me di hev de ye. Em vê jina Kurd a berxwedêr û bedew, rêzdar Leyla Guven pîroz dikin. Gelê Kurd û jinên Kurd ji ber helwesta Leyla Guven serbilind in. Em ji dil û can vê berxwedêre jinan Leyla Guven silav û pîroz dikin.

WÊ JINÊN KURD TU CARÎ DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN

Dewleta Tirk di şexsê Leyla Guven de êrîşî heqîqeta jinan dike. Dixwaze dîsa jinan bikin mehkûmê jiyana nav malê ya koletî û wan bike mêtingehên xwe. Ji ber ku qebûl nakin ku jin tevlî nav siyasetê bibin, bibin hevserok, di jiyanê de bibin xwedî peyv, ji ber ku jin şîddet û tacîza serweriya mêran qebûl nakin, dewleta Tirk êrîşî jinan dike. Lê ew ê jinên Kurd tu carî dev ji doza xwe bernedin û wê teqez azadiya xwe bi dest bixînin.

Jinên Kurd bi pêşengiya Rêber Ocalan û ji Sakîne Cansizan û vir ve, bi hezaran şehîd da. Bi deh hezaran jin di zindanan de hatin girtin. Dayikên Kurd ligel êşên mezin her dem xwe dan kêleka têkoşîna azadiyê. Jinên ciwan di temenên xwe yên herî ciwan de, bi berpirsyariyên mezin li hemberî faşîzma Tirk li ber xwe da.Jinên Kurd li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat li hemberî êrîşên dewleta Tirk bi coşeke mezin têkoşîna xwe didomînin. Jinên Kurd li her qadê wekî parçeyekî şoreşa mirovayetiyê wê li dijî neheqî, bêedaletî û newekheviyê têkoşîna xwe bidomînin.

TIFAQA FAŞÎST A AKP-MHP'Ê WÊ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR Û BERXWEDANA JINÊ BI DAWÎ BIBE

Dewleta Tirk ji jinên Kurd, di şexsê têkoşîna jinên Kurd de ji têkoşîna hevpar a jinên Tirkiyeyî gelekî ditirse. Tirs bi kêrî mirinê nayê. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê wê bi berxwedana jinê, bi têkoşîna hevpar a jinan bi dawî bibe.

Di şexsê Leyla Guven de dinyayê careke din dît ku jinên Kurd çawa li ber xwe dide, wê çawa li ber xwe bide. Em; jin dema ku ji dozekê bawer kir, heta mirinê em didin pey wê dozê. Doza azadiyê ji bo me çavkaniya hebûnê ye. Me jinan baweriya xwe bi îdeolojiya Serok Apo, rêbaza wî ya jiyanê ku azadiyê diafirîne, me ji dil ji hevrêtiya wî ya rastî bawer kir. Û em ê vê têkoşînê bi biryardariyeke mezin, bi îdîayeke mezin li refên herî pêş bêtirs bimeşînin. Sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinên Kurd, sedsala jinan hemûyan. Jinên Kurd wê bi jinên ji gel û baweriyên cuda li dijî faşîzmê, mêtingeriyê û desthilatdariya bi serweriya mêr li ser bingeha pêşengiyê li ber xwe bidin û ti carî teslîm nebin. Jin wê pêşengiyê ji hêzên demokrasî û azadiyê hemûyan re pêşengiyê bikin û bibin çavkaniya îlhamê.
Mîna ku di şexsê Leyla Guven de hate dîtin serketin wê bibe para jin û gelên xwe kirine çavkaniya azadî û berxwedanê.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê gelekî lawaz bûye, gav bi gav ji hev dikeve. Berxwedana jinan, ya gelê me, gelên me gihîştiye wê astê ku vê desthilatdariyê têk bibe. Dema ku em tê de ne gelekî girîng e. Em vê firsendê ji dest bernedin. Li dijî faşîzma ku ji ber lawaziya xwe êrişkar bûye, li dijî sîstema bi serweriya mêr em têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin. Rûyê faşîst, zordar, derewîn, diz ê dewleta Tirk eşkere bûye. Li ser bingeha têkoşîna me êdî dawî lê hatiye."