TJA: AKP-MHP hiqûqa faşîst ava dike

TJA ya nerazîbûn nîşanî rehîngirtina Guven da bal kişand ku deshilata AKP-MHP’ê dixwaze sîstema hiqûqa faşîst ava bike. TJA’yê got: “Ev biryar ji aliyê Kurd û jinan ve ti wateya xwe nîne.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê di daxuyaniya ku bi serenavê “Em bi tu deran ve naçin, li vir in û berxwedana xwe didomînin” daxuyanî belav kir û TJA'yê diyar kir ku daraz bi polîtîkayên "desthilatdariya faşîst" a îqtdarê wek “amûrê tolhildanê” bikartîne.

TJA’yê da zanîn ku girtina Leyla Guven mînaka herî şênber a hestên tolhildanê ye û wiha got: “Cezayê ji Guven re hatiye dayîn bersiva 'tolhildana siyasî' ye. Ev tolhildan ji demê dozgerên FETO’yê ve destpê kir. Hêj pêvajoyên dadgeha îstînafê û dadgeha bilind dest pê nekirine bi lez û bez biryara girtinê dan û weke ku birevînin sirgûnî Girtîgeha Xarpêtê kirin."

TJA’yê destnîşan kir ku ew biryara girtina Guven nas nakin û wiha got: “Di kesayeta Leyla Guven de gelê Kurd û têkoşîna rêxistina jinên Kurd tê cezakirin. Gelê Kurd û jin vê biryarê nas nakin. Dewlet ewil xebatên me jinan hedef digire û dixwazin tola xwe ji Leyla Guven hilînin. Em dibêjin ji niha û şunde jî em li mîrateya berxwedanê xwedî derkevin, bibin hezar Leyla û pergala xwe ya azadbûna jinê ava bikin. Ev zext nikarin me bêzar bikin. Weke ku hevala me Leyla jî got, em jî dibêjin em li vir in û bi tu deran ve naçin.”