KCK: Girtina Leyla Guven rastiya desthilatdariyê raxist pêş çavan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê nerazîbûn nîşanî girtina Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven da û ev peyam da, "Ji Leyla Guven re hatiye gotin; eger tu li ber tecrîda li Îmraliyê rabe û xwedî li Rêbertî derkeve, em ê vê bînin serê te."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: "Parlamenter, hevşaredar, bi sedan rêveberên HDP'ê û bi hezaran siyasetmedarên demokratîk hatine girtin. Dijminatiya li hêzên demokrasiyê û li gelê Kurd, bi girtina bi deh hezaran siyasetmedaran tê nîşandan. Hejmareke ewqasî zêde ya siyasetmedaran ya di dema darbeya leşkerî ya faşîst ya jî di bin desthilatdariyên faşîst de tên girtin. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekê ye ku ewqas siyasetmedar tên girtin. Tirkiyeyê li gorî nifûsa xwe di dîroka cîhanê de rekora girtiyên siyasî şikandiye. Ev bi tena serê xwe kaaktera qirker û faşîst a dewleta Tirk nîşan dide.

Li Tirkiyeyê ji aliyekî ve ji bo xapandina civakê û cîhanê qala reforman tê kirin, li aliyê din jî bi hincetên siyasî mirov tên girtin. Girtina Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven rastiya desthilatdariyê ya li Tirkiyeyê careke din bi rengekî şênber raxist pêş çavan. Mebesta wan ji referomê ev girtinên siyasî ye. Mebesta wan ji reformê derxfistina qanûnên nû yên faşîst e. Herhal wê piştre jî ji bo xapandinê çend tiştên biçûk bikin û bi vî rengî hewl bidin van zextên faşîst binixumînin. Piştî ku 100 kes girtin wê 5 kesan berdin û bi vî rengî bêjin ku wan reforma edaletê kirine. Li dinyayê di warê bêedaletiyê de Tirkiye li pêş e. Zane ku dawiya vê bêedaletiyê wê nebaş be, ji vê ditirse, lewma car carna di gotina 'em ê reformê bikin' civakê û raya giştî ya derve dixe nava bendewariyê.

LEYLA GUVEN JI BER KU DI KARÊN SIYASÎ DEMOKRATÎK DE ISRAR KIR, HATE GIRTIN

Desthilatdariya AKP'ê li dijî her kesî şerekî taybet dimeşîne. Şantajê dike û dibêje; ya hûn ê vê desthilatariyê rewa bikin û piştgiriyê bidin, ya jî ez ê hîn bêhtir zextê bikim. Zextê li HDP'ê, siyasetmedarên demokratîk dike, teslîmiyetê li wan ferz dike, dema ku qebûl nakin jî zextê giran dike û wan digire.

Leyla Guven ji ber ku xwedî ruhekî azad e û di karên siyasî demokratîk de israr kir, hate girtin. Her kesên li ber polîtîkaya AKP'ê ya dijminatiya li demokrasiyê û li Kurdan radibe, dibe hedefa vê desthilatdariyê. Xuya ye Leyla Guven ji ber ku sal a2018'an li dijî tecrîda li Îmraliyê kete greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, yanî ji ber ku tevlî rojiya mirinê bû û ev çalakî jî bi biryardarî meşand, tê cezakirin. Girtina wê ji bo tolhildanê ye. Dema ku ew berdan jî ji bo ku di demeke guncaw de wê bigirin berda bûn. Betalkirina parlamenteriya wê jî ji bo girtina wê bû. Piştî ku demek di ser re bihurî biryara girtina wê dan û îro jî xistin meriyetê. Leyla Guven ji ber ku dilsoza Rêberê Gelê Kurd bû û ji bo azadiyê dixebitî hate girtin. Lewma girtina wê gefeke li ser tevahiya jin û civaka Kurd e yên bi Rêbertî re dilsoz in.

Li Tirkiyeyê pîvanên saziyên dadgerî û edaletê li gorî pîvanên civakî û gerdûnî nînin. Mirov li gorî hestên tolhildanê yên Tayyîp Erdogan û li gorî daxwaza Devlet Bahçelî tên girtin û cezakirin... Tê zanîn bê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala çawa li zindanê tên hiştin. Beriya niha DMME'yê dema ku xwest Selahattîn Demîrtaş bê berdan, Tayyîp Erdogan bi rengekî eşkere got ku wê gaveke dijber biavêjin, li zindanê bihêlin. Rastiya girtinên siyasî li Tirkiyeyê bi temamî bi vî rengî ye. Tayyîp Erdogan mikur hat ku pîvanên hiqûqî yên gerdûnî, destûra bingehîn û qanûn derbas nabin, li şûna wan pîvanên wan bi xwe derbas dibin. Ji Leyla Guven re gotine, eger Tu li ber tecrîda li Îmraliyê rabe û xwedî li vî Rêbertî derkeve, em ê vê bînin serê te. Lewma divê jin hemû, hêzên demokrasiyê û gelê Kurd xwedî li Leyla derkevin, ji bo bidawîkirina tecrîdê ku hesta herî girîng a têkoşînê ya Leyla ye, divê têkoşînê mezin bikin. Heta ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîn neyê meşandin, pêşî li vê qirkirina siyasî nayê girtin, ev êrişên tolhildanê nayên rawestandin. Divê girtina Leyla Guven bibe hinceta bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ Û TECRÎDÊ DIVÊ BÊ XURTKIRIN

Heta ku li Tirkiyeyê dawî li faşîzmê û tecrîdê neyê anîn ne gelê Kurd ne jî girtî azad nabin. Lewma dem ew dem e ku têkoşîna li dijî faşîzmê û tecrîdê li her cihî bê mezinkirin, têkoşîna azadiyê bê bilindkirin. Êdî li Tirkiyeyê demokrasî û azadî wê bi rengekî yekpare bê pêkanîn. Ne rizgariya bi tena serê xwe, ne jî çareserî heye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha têkoşîna li dijî tecrîd û faşîzmê bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê dibe. Heta ku ev desthilatdarî neyê xistin li Tirkiyeyê ti pirsgirêk çareser nabe. Bendewariya reformeke biçûk a ji vê desthilatdariyê tê wateya xwexapandinê. Bendewariya ji vê desthilatdariyê, temenê vê desthilatdariyê mezin dike. Lewma em bang li hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, bang li jin û ciwanan, bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku têkoşînê mezin bikin, dawî li faşîzm û tecrîdê bînin."