Jinan di sala 2020'î de gavên girîng avêtin

Sala 2020'î her çend bi vîrûsa koronayê û bûyerên têkildarî wê ve bê bîranîn jî di mijara mafên jinan û wekheviya zayendan de hin gavên erênî hatin avêtin.

Di pêvajoya şewbê de ku bandor li tevahiya cîhanê kir, li gorî lêkolînan welatên ku jin wan bi rê ve dibin, di mijara şewbê de biryarên hîn bi lez, bi bandor û bi berpirsyarî wergirtin û kirin ku civakên wan zêde nekevin bin bandora vîrûsa koronayê. Li welatên Zelanda Nû, Elmanya, Fînlandiya û Bangladeşê, lîderên jin bi sekna xwe ya li dijî şewbê hîn deng vedan.

LI DYE'YÊ YEKEMCAR JINEK BÛ ALÎKARA SEROK

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), siyasetmedareke jin, Kamala Harrîs yekemcar bû alîkara serokê welêt. Li DYE'yê bi giranî xwedî bingeheke siyasetê ya bi serweriya mêr e, ev gav sembolîk jî be di mijara bandora jinê ya li siyasetê weke gaveke erênî tê dîtin.

LI SKOÇYAYÊ PED ÊN JINAN BÊPERE BÛN

Parlamenta Skoçyayê di meha Mijdarê de peydakirina alavên paqijiyê yên jinan weke mafekî gerdûnî dît û ped û tampon jî di nav de gelek berhem bêpere belav kir.

LI EFGANISTANÊ NAVÊ DAYIKAN LI NASNAMEYAN BI CIH BÛ

Li Efganistanê parlamentê qebûl kir ku navê dayikan li nasnameyên zarokan bê nivîsandin. Demeke dirêj bi dirûşma "Navê min li ku ye" kampanya dihate meşandin û di encama vê kampanyayê de dawî li wê pêkanînê hate anîn ku tenê navê bav li nasnameya zarokên nû ji dayik dibûn dihate nivîsandin.

PLATFORMA ÇALAKIYÊ YA PEKÎNÊ

Bi wesîleya salvegera 25'an a avabûna Platforma Çalakiyê ya Pekînê, di dema civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de lîderên gelek welatan di mijara wekheviya zayendan de soz dan ku mafên jinan baştir bikin.

LI BREZÎLYA Û SÎERRA LEONEYÊ MÛÇEYÊ WEKHEV Ê JI BO JINAN

Di sala 2020'î de piştî Awûstralya, Îngilistan, Norwêc û Zelanda Nû, Brezîlya û Sîerra Leone dawî li newekheviya mûçeyan ên lîstikvanên jin û mêr ên li tîmên neteweyî anîn.

LI QÛWEYTÊ QANÛNA LI DIJÎ TUNDIYA LI JINÊ

Li Qûweytê ku di mijara mafên jinan de yek ji welatên herî bi pirsgirêke, di encama têkoşîneke dûr û dirêj de qanûna têkildarî tundiya li nava malê hate qebûlkirin. Parêzvanên mafên jinan ragihandin ku di mijara parastina jinên dibin hedefa tundiyê û cihêkariyê de valahî hene, lê tevî vê yekê jî qanûnê weke destpêkekê pênase dikin.

ZAROKA SALÊ BAL KIŞAND SER HÊZA JINÊ

Jin a ciwan a 15 salî Gîtanîalî Rao ji aliyê kovara Tîme ve weke zaroka salê hate hilbijartin. Rao di axaftina xwe de ya li merasîma wergirtina xelatê, bal kişand ser guhertina civakî ya di mijara mafên jinan de yên bi rêya tekonolojiyê. Rao ku app'eke bi navê Kîndly çêkir, bi karên xwe yên li ser înternetê yên ji bo astengkirina tundiyê tê naskirin.

LI ZELANDA NÛ YEKEMÎN WEZÎRA KARÊN DERVE YA JI GELÊ XWECIHÎ

Li Zelanda Nû ku ji aliyê Serokwezîreke jin ve tê birêvebirin, yekemcar ji gelê xwecihî Maorî jina bi navê Nanaîa Mahûta bû Wezîra Karên Derve.

DU JINAN XELATA KÎMYAYÊ YA NOBELÊ BI DEST XISTIN

Du zanyarên jin ên bi navê Emmanûelle Charpentîer û Jennîfer A. Doûdna ji ber sîstema Crîspr-Cas9 a ku weke rêbaza guhertina DNA'yê tê dîtin, hêjayî xelata Kîmyayê ya Nobelê hatin dîtin.