9 rêxistinên jinan: Leyla Guven vîna me jinan e

Rêxistinên jinan li ser girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven helwest nîşan dan û gotin,''Leyla Guven a ku li dijî neheqî û neheqiyan derdikeve vîna me jinan e.''

9 rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê li ser girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemergê Leyla Guven helwest nîşan dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em xweş bi vê dizanin; bi vê biryara ku di şexsê Leyla Guven de hatiye standin di serî de gelê Kurd û jin ku tê xwestin vîna wan teslîm were girtin, pê dixwazin muxalefeta civakî çavtirsandî bikin. Ti hikmê vê biryarê ji bo me nîne.''

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Leyla Guvne jiyana xwe di ber têkoşîna jinan û gelê Kurd de daye, di vê rêyê de berdêla daye û hate gotin, ''Leyla Guven ku li dijî neheqî û nehiqûqiyan radiwest vîna me jinan e. Ti desthilateke faşîst, ew û em ji têkoşîna me bi paş ve nexistine, nekarîne ku gavê bi me bi paş ve bidin avÊtin. Ev êrîşên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê jî wê li ber têkoş3ian Leyla Guven nebe asteng.''

Rêxsistinê jinan bi domdarî gotn, ''Weke Leyla Guven gotî em bi ti deverê ve naçin. Ev welat yê me ye û em ê siyaseta xwe bidin, li hundir an jî li derve. Ti polîtîkaya zext û zordariyê, destgîrkirinê wê nikaribe me ji têkoşîna me bide paş! Ji cihê ku Leyla hiştî, ew ê li hundir em ê li derve li her qadê yek kêliyê jî xwe ji têkoşînê nedin alî. Ji ber ku em hêza xwe ji heqbûna xwe distînin. Ya ku wê têk biçe wê desthilata we ya serwer a rizîbûyî be.''

Herî dawî hate gotin, ''Em li ber polîtîkayên we yên bi dijminatiya Kurdan û jinan serê xwe natewînin.''

Rêxistinên jinan ku îmzeya xwe li daxuyaniyê dane:

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan

Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gel

Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk

Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk

Rizgariya Jinan

Platforma Jinên Endamên Sosyalîst 

Meclîsên Jinên Sosyalîst

Meclîsa jinan a Partiya Damezirîna Nû ya Sosyalîst

Jinên Çepgir ên Kesk