Li Efganistanê parêzvana mafên jinan hate kuştin
Li bakurê paytexta Efganistan Kabûlê êrişkarên bi motorsîklet, parêzvaneke mafên jinan û birayê wê kuştin.
Li bakurê paytexta Efganistan Kabûlê êrişkarên bi motorsîklet, parêzvaneke mafên jinan û birayê wê kuştin.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir Tarik Arîan ragihand ku Freşta Kohistanî ya 29 salî li bajarokê Kohistanê yê wîlayeta Kapîsayê ji aliyê kesên nenas ên li ser motorsîkletê hate kuştin. Hate ragihandin ku êriş 24'ê Kanûnê hatiye kirin.
Waliyê Kapîsayê Abdul Latîf Mûrad ragihand ku sûîqest li nêzî mala Freşta Kohistanî pêk hat û di êrişê de birayê parêzvana mafên jinan jî hatiye kuştin. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.
Freşta Kohistanî di hilbijartinên dawî de li dijî rêveberê berê yê Efgan Abdullah Abdullah kampanya dimeşand û li medya dîjîtal ji aliyê girseyeke berfireh ve dihate şopandin. Kohistanî li Kabûlê aktîvîteyên bi rêk û pêk ên civaka sivîl li dar dixist û mafên jinan destnîşan dikir.
Serkêşê danûstandinên aştiyê yên hikumetê bi Talîbanê re Abdullah Abdullah li ser Facebookê daxuyaniyek da û ji bo Freşta Kohistanî got, "aktîvîsteke wêrek bû" û di encama "êrişeke terorîstî" de jiyana xwe ji dest da.
Abdullah Abdullah got, "Nayê qebûlkirin ku kuştinên bi vî rengî dewam bike."
Kohistanî ku dayika zarokekê bû, çend roj beriya bê kuştin li ser Facebookê parvekirinek kiribû, diyar kiribû ku gef lê tê xwarin û ji rayedaran xwestibû ku wê biparêzin.