Li Hambûrg û Kopenhagê çalakiya ‘100 sedem’

Jinên Kurd li bajarê Hambûrg a Elmanya û li paytexta Danîmarka Kopenhagê ji bo ku dîktatorê Tirk Receb Tayîp Erdogan bê darizandin îmze komkirin.

Di çarçoveya kampanya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) de li bajarê Hambûrgê stant danî û bi sedan îmze hatin komkirin.

 

Di çalakiya ku ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jin a Rojbîn ya Hambûrgê li taxa Altona pêkhatî de daxwaz hatikirin ku Erdogan li dadgehekî navnetewî de bê darizandin, her wiha girtina Hevseroka DTK’ê Leyla Guven şermezarkir.

Di çalakiyê de danezan hatin belavkirin. Parêzvanê mafê mirov û nivîskar Anja Flach di axavtina kirî de diyarkir ku hemû daxwazên ku Leyla Guven diparêze daxwazên wê ne û got: “Berxwedana Leyla Guven ji bo hemû jinên şoreşger ên cîhanê mînak e.”

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê de bi heman mebestê çalakiyek ji aliyê Meclîsa Jinan a Sêvê hat lidarxistin.

 

Di çalakiya ku di çarçoveya kampanyayê de îmze hatin komkirin de hat xwestin ku Leyla Guven û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Meclîsa Jinan a Sêvê bang li hemû civaka navnetewî kir ku hişyarbin û bikevin tevgerê.

Her wiha Îro saet 12:30’an Meclîsa Jinan a Sêvê Tevlî merasîma veşartina termê Kurdperwerê hêja hevrê Mustefa Aydîlek bû.

Dîsa bi armanca bibin dengê Leyla Guven li taxa Nytorv’ê ya paytexta Danîmarka Kopenhagê di saet 14:00’an de bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê xwepêşandanek hat li darxistin. Di xwepêşandanê de gelek welatparêz tevlî bûn û girtina Leyla Guven şermezarkirin.