Jinên Tebqayê xwedî li berxwedana QSD’ê derketin

Jinên ku li Tebqayê xwedî li berxwedaniya Eyn Îsayê derketîn, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya hikûmetên Şam û Rûsyayê şermezar kirin.

Jinên ji bajarê Tebqayê, ji bo piştgiriya bi berxwedana şêniyên Eyn Îsayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hemberî êrîşên dagirkeran, tevlî çalakiya konvedanê ya li Eyn Îsayê bûn.

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê û yên Kantona Girê Spî pêşwaziya şandeya jinên Tebqayê kir. Çalakiya konvedanê ji 18`ê Kanûnê ve li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsyayê didome.

Di çalakiyê de endama rêveberiya Meclîsa Jinan a Tebqaqyê Semîre El Elî daxuyanî da û bêdengiya navneteweyî û ya Rûsyayê ya li hemberî êrîşên li dijî Eyn Îsayê şermezar kir.

Semîre destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Şamê li hember êrîşên dewleta Tirk bi rûxmê ku êrîşî axa Sûriyê dike, tê îspatkirin ku Rûsyayê ev êrîş erê kiriye. Semîra berxwedana QSD`ê silav kir.

Di dawiyê de Semîre bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên li dijî Eyn Îsayê tevger bikin.

Her wiha di dema dayîna daxuyaniyê de, artêşa Tirk a dagirker derdora navçeyê topbaran kir.