Jinên Kurd li Elmanya û Hollandayê xwestin dîktator were darizand

Jinên Kurd li gelek bajarên Elmanya û Hollandayê dewleta Tirk û dîktatorê serkêşê wê Recep Tayîp Erdogan protesto kirin û daxwaza azadiya Leyla Guven kirin.

BERLÎN

Di çarçoveya kampanyaya bi navê “100 sedem ji bo darizandina dîktator” ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ve hatî destpêkirin de, li Leopldpatz a Berlînê çalakiyek hate lidarxistin.

Aktîvîstên Elman û Meclîsa Jinan a Dest-Dan xwestin ku Erdogan û rejîma wî were darizandin.

Di çalakiya navê jinên ji aliyê rejîma Erdogan ve li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatîn qetilkirin xwedin de, li ser navê aktîvîstên Elman Gîsela Rheîn axivî û bi taybet bal kişand li ser sucên ku bi biryara Erdogan ji sala 2018’an ve li Efrînê tên pêk anîn.

Rheîn diyar kir ku jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan 9’ê Çileya 2013’an bi biryara Erdogan hatine qetilkirin.

Jinan li aliyekê sedemên ji bo darizandina Erdogan dihejmartin, li gel wê jî ji bo kampanyayê îmze kom dikirin.

Jinan di tevahiya çalakiyê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin, belavokên ji bo azadiya Leyla Guven a ji aliyê dewleta Tirk ve hatî dîlgirtin parve kirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê jî jin di çarçoveya kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” hatin gelhev û dîlgirtina Leyla Guven protesto kirin.

 

Bi dehan jinên ku bi banga Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel di seat 17:00’an de, li ber gara trenê ya navendî mitîngek lidar xistin û li ser navê meclîsê Amara Tolhildan axaftinek kir.

Tolhildan got, “Em weke jin berxedana xwe ya li dijî polîtîkaya ji bo tinekirina jinan pêş xistîn mezin bikin. Li her aliyên cîhanê totalîteyên faşîst, mûhafezekar, rêveberên zayendperest û gotinên zayendperest ên serokên dewletan bi polîtîkayên xwe ve dixwazin têkoşîna jinan û destkeftiyên wan bikin armanc.”

Di çalakiyê de dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî hate şermezarkirin û daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî hate kirin.

Her wiha di çalakiyê de ji bo darizandina dîktatorê Tirk îmze hatin komkirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover a Elmayayê bi çalakiya ku ji aliyê YJK-E’yê hatî organîzekirin ve xwestin dîktator û rejîma wî were darizanin.

 

Di çalakiya di seat 15:00’an destpê kirî de, wêneyên jinên ji aliyê rejîma Erdogan ve hatîn qetilkirin hildan.

Çalakiya ku ji bo darizandina dîktator îmze hatî komkirin, du seat nîvan dom kir.

Piştî vê çalakiyê tevgerên ciwanan TCŞ û TEKO-JIN’ê li semtek din jî ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiyek lidar xist.

FREIBÛRG

Li bajarê Freîbûrg a Elmanyayê Meclîsa Jinan a Nûda, di seat 15:00’an de çalakiyek lidarxist.

Di çalakiya ku seatek û nîv domkirî de, jinên ji aliyê dewleta Tirk ve hatîn qetilkirin bibîr anîn.

Di çalakiyê de daxwaza berdana Leyla Guven hate kirin û ji bo darizandina dîktator îmze hatîn komkirin.

AMSTERDAM

Tevgera Jinan a Kurd a Hollandayê li paytext Amsterdamê li ber sefaretxaneya Tirk çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de di kesayeta Leyla Guven de ji hemû girtiyên siyasî daxwaza azadiyê hate kirin.