Çeteyên Sultan Murad jineke Efrînî kuştin

Rêxistina Mafê Mirovan a EFrînê ragihand çeteyên Sultan Murad beriya bi çend heftiyan ji eşîra Ereb El-Umeyrat jinek kuştine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand beriya bi 3 heftiyan çeteyên Sultan Murat jineke bi navê Nadîra Derşmûş ji mala wê ya berê ya li Efrînê revandine.

Tê gotin bi sedema ku Nadîre Dermûş li saziyên Rêveberiya Xweser xebitiye hatiye revandin.

Rêxistinê diyar kir çeteyên Sultan Murad li gorî fermanên îstîxbarata Tirk diçin, Nadîre Dermûş a ji eşîra Ereb a Umetratê revandine, birine Tirkiyê û piştî ku ew kuştine termê wê avÊtine rêyeke li nêzî navenda çeteyan.