Jin li Silopiyayê ji bo yekîtiya netewî hatin ba hev

Jinên ji bo yekîtiya netewî pêk bê li Silopiyayê hatin ba hev, got: ‘Em nebin yek em ê hemû winda bikin.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî yekitiya neteweyî ya Kurd li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Navçeya Silopiya Şirnexê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Ayşe Surucu, Remziye Tosun, Semra Guzel, Şevîn Coşkûn, Fatma Kurtalan, Gûlîstan Kiliç Koçyîgît, Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, aktîvîstên TJA'yê û Dayikên Aştiyê yên Mêrdîn, Sêrt, Êlîhê, Amed tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê derdora avahiya navçeyê ji aliyê polîs û wesayîtên zirxî ve hatin dorpêçkirin.

Jinan berê daxuyaniyê govend gerandin, dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî aştî", "Bijî berxwedana zîndanan", "Bijî Serok", "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Di daxuyaniya dorpêça polîsan de hat dayîn pankarta "Em Jin Şer Naxwazin, Yekitiya Neteweyî Dixwazin" hat vekirin. Her wiha dovîzên "Bimre xiyanet”, "Kurdno bibin yek” û "Kurdistan yek e" hatin rakirin.

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan destpêkê axivî û dorpêçkirina polîsan şermezar kir û got ev dorpêç nîşaneya rejîma AKP-MHP’ê ye. Gokkan anî ziman ku ji bo yekitiya netweyî îro hatine cem hevdû û got: “Kurd li her derê li ber xwe didin. Bi vê dorpêçê naxwazin ku Kurd bên gel hevdû. Zîhniyeta ku Kurdistanê kir çar parçe îro jî va me dorpêç kirine. Em bang li gelê Kurd ên çar parçeyan dikin; Kurdistana ku bûye 4 parçe em qebûl nakin. Saddam dema êrişî Başûrê Kurdistanê dikir; li Şirnex û Colemêrgê hemû kes bû pêşmerge. Li dijî Saddam li ber xwe dan. Dema komkujiya Qamişlo bû nîvê Nisêbînê çûn hawara wan. Dema DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kir hemû jinên Kurdistanê bûn yek, li Kobanê hatin cem hevdû. Em îro bi vî ruhî li Silopiya hatin gel hevdû. Leşkerên 60 dewletan, leşkerên NATO li wir hatin gel hevdû. DAÎŞ’ê nikaribû xilas bike. Jinên Kurd bi tililî û çepikên xwe li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan.” 

Gokkan anî ziman ku Kurdistan ne çar parçe ye berevajî vê yek parçe ye û wiha got: "Em bang dewletan hemû dikin; yekîtiya Kurdan, azadiya Kurdan e. Berê 100 sal pêşî dema Kurdistan bû çar parçe, jinên Kurd jî bûn 8 parçe. Bila hemû kes baş bizanibe ku 8 parçe bûne yek parçe û DAÎŞ'ê şandin. Di Komkujiyên Şengal, Efrîn, Mexmûrê de hemû jinên Kurd hatin cem hevdû. Ji gelê Kurd re bûn pêşeng. Dawiya DAÎŞ’ê anîn. Ji bo Yekîtiya Neteweyî divê hemû dewlet berxwedana jinên Kurd bibînin.”

Gokkan banga yekîtiya Kurdan dubare kir û got: "Em bang li Mesûd Barzanî dikin. Ger ku zanyar û pêşengên gel neyên gel hevdû, wê destkeftiyên xwe hemûyan winda bikin. Kurd li her derê daxwaza yekbûnê Kurdan dikin. Dem dema avakirina yekitiya Kurdan e. Heke em nebin yek wê gelê Kurd tune bibe.” 

Gokkan ji bo yekîtiya neteweyî bang li lîderên dewletan hemû kir û got: “Di salên 2015-2016'an de li bajarên Kurdan qedexeyên kolanan hatin îlankirin. Îro dixwazin Kurdistan hemû koçber be. Heta Kurd nebin yek azad nabin. Eger em nebin yek em ê herin yek bi yek."

Gokkan bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got Ocalan piştî 20 salan hevdîtina telefonê li gel malbata xwe kiriye. 

Gokkan bal kişand ser girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha got: “Leyla Guven ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê û xebatên KCD’ê hat girtin. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Berxwedana Leyla îro jî berdewam dike. Êrişên hêzên desthilatdar li dijî Kurdan didome. Îro li dijî Eyn Îsayê êriş berdewam dikin. Li ku derê Kurdek bibînin dixwazin bifetisînin. Lê em jinên Kurd naxwazin ku destên dijminan li ser me be.” 

Piştî Gokkan, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nafiye Yîgît axivî û wiha got: "Divê gelê Kurd hemû û dayikên aştiyê dest xwe bikin bin kevir. Divê em ji rijandina xwînê re bibin asteng. Ji bo yekîtiya neteweyî em bang li Mesut Barzanî dikin û bila mîsyona xwe bi cih bîne."

 Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.