Kurdên li Swîsreyê ji bo Leyla Guven daketin qadan

Li dijî dîlgirtina Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li bajarên Bern, Bîel, Lozan, Basel û Solothûrnê yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin.

Piştî ku rejîma Tirk di 21'ê Kanûnê de zêdeyî 22 sal cezayê girtîgehê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven birî, şeva heman rojê ew destgîr kir û girt. Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

BERN: Bi banga Meclîsa Jinê ya Mizgîn mirovên şoreşger, demokrat û welatparêz li qada Bahnhofplatzê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî dîlgirtina Leyla Guven dan. Di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven hatin hildan û aktîvîst Hediye Mûnzûr axivî. Hediye Mûnzûr anî ziman ku di şexsê Leyla Guven de êrişên qirkirina siyasî li dijî jin û gelê Kurd tê kirin û di bingeha vê yekê de jî dijminatiya li Kurdan, li gelan heye." Mûnzûr li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk, ji bo xurtkirina têkoşîna jinan bang kir. Hevserokê CDK-S Alî Şîmşek jî destnîşan ki rku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye. Di çalakiyê de her wiha li ser mijarê belavok hatin belavkirin.

BÎEL: Çalakî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan li pêşiya stasyona trenê ya navendî hate lidarxistin û girtina Guven hate şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Leyla Guven nayê bêdengkirin", "Leyla Guven rûmeta me ye", "Erdogan dijminê jinan e, kujerê jinan e" hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin.

LOZAN: Bi banga Meclîsa jinê ya Lajin li pêşiya dêra St. Laûrentê çalakiyek pêk hat. Çalakgeran ji bo berdana Leyla Guven û girtiyên siyasî bang kirin.

BASEL: Li qada Barfusserplatzê bi banga Meclîsa Jinê ya Ronahî çalakî hate lidarxistin û têkildarî girtina Leyla Guven daxuyanî hate dayin. Bi navê YJK-S'ê daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Di şexsê Leyla Guven de jinên Kurd wê dest ji têkoşîna xwe bernedin û têkoşîna xwe mezintir bikin."

SOLOTHÛRN: Bi banga lezgîn a Komuna Jinê ya Pinar danê êvarê Kurdistanî li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev kom bûn û nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven dan. Di çalakiyê de li dijî faşîzma dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin. Di çalakiyê de bi navê komuna jinê ji bo bilindkirina têkoşînê bang hate kirin.