JIN
Hemû Nûçe
-
Destgîrkirinên li Amedê hat şermezarkirin
Bi mebesta protestokirina destgîrkirina 22 jinên li Amedê ku di nava wan de rojnamevan Bêrîtan Canozer jî hebû, çalakiyek hate lidarxistin. -
Rojnamevanên jin nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Canozer dan
Jinên rojnamevan nerazîbûn nîşanî destgîrkirina hevpîşeya xwe Bêrîtan Canozer dan, bal kişandin ku dijminahiya desthilatê ya li jinan û Kurdan zêdetir bûye. -
TJA: Wê li her derê têkoşîn bidome
TJA’yê nerazîbûn nîşanî serdegirtin û destgîrkirina jinên Komele Jinan a Rosa da û got: “Wê li her derê têkoşîn bidome, em dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernadin.” -
Komeleya Jinê ya Rosa: Em ê gavên hîn xurt biavêjin!
Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî da û got, "Em bi hêrs in, ev hêrsa me jî wê me bêhtir bi rêxistin bike, wê bike ku gavên hîn bi xurtî biavêjin." -
Li Amedê qirkirina siyasî: 22 jin hatin destgîrkirin
Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de ku li dijî Komeleya Jinê ya Rosa û gelek navnîşanan hate kirin 22 jin hatin destgîrkirin. -
Polîsan avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa: Gelek kes hatin destgîrkirin -NÛ BÛ
Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de polîsên Tirk avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa û gelek navnîşanan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer hate destgîrkirin
Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer di operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin. -
Sonuk: Betalkirina peymana Stenbolê wê şîddeta li ser jinan zêde bike
Çalakgera TJA’yê Gulistan Sonuk diyar kir ku betalkirina peymana Stenbolê fikarên jinan zêde dike û got “Mêr ji betalkirina peymana Stenbolê wê hêzê bigirin û wê şîddeta xwe ya li ser jinan zêde bikin.” -
Viyan: Em ê sedsala 21'ê bikin sedsala azadiya jinê
Endama Koordînasyona KJAR'ê Peyman Viyan diyar kir ku di pêşketina Tevgera Azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jinan bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengtiyek mezin kirin û wê bikin jî. -
Fermandara YPJ'ê Arzî Hesen: YPJ weke mecbûriyetekê derkete holê
Fermandara YPJ'ê Arzî Hesen: An tu yê bibûya cariye yan te yê çek rakira, te yê artêşa xwe ava bikira, te yê xwe bi xwe rûmet û namûsa xwe biparasta. YPJ ya duyan tercîh kir û artêşa xwe ji ber van sedeman ava kir. -
Hozat: Ruhê jin a azad gerdûnî dibe
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat: Ev xaka ku bi pêşengiya jinê şoreşa neolîtîkê lê pêk hat, wê azadî, wekhevî, edalet, berhemdarî û jiyaneke bi kêfxweşî jinûve ava bibe. -
Li aqûbeta Turkoglû yê dema destgîrkirî ‘winda’ kirin pirîsîn
Dayikên Şeiyê vê hefteyê li aqûbeta Talat Turkolgû yê dema sala 1996’an hate destgîrkirin û ‘winda kirin’ pirsîn. Xwişk-birayên Turkoglû got: “Em dev ji lêgerîna edaletê bernadin.” -
Du girtiyên jin ji Gebzeyê sirgûn kirin
Girtiyên jin ên bi navê Hacer Halîmyûsûf û Ardil Çeşme yên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tên ragirtin, sirgûn kirin. -
TAJÊ ji bo malbata Dixtor Nemam Xefurî sersaxî xwest
TAJÊ ji malbata Dixtor Nemam Xefûrî ku di dema fermana 2014’an de bi mebesta alîkariyê hetibû Şengalê û duh jiyana xwe ji dest da, sersaxî xwest. -
TJK-E'yê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan pîroz kir
TJK-E'yê bi daxuyaniyeke niviskî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, ''4'ê Nîsanê di serî de li Rêbe Apo, li hemû mirovahiyê, li gelê me û jinan pîroz be.'' -
Şervanên YPJ’ê: Em ê sala 2021’ê Rêber Apo fîzîkî azad bikin
Şervanên YPJ’ê yên têkildarî 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd hêvî û hestên xwe anîn ziman got: Emê sala nû bikin sala azadiya Rêberê Apo. Bihar wê bi kelecana û xemla xwe reng bide pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ ya Rêberê Gelê Kurd. -
Jin biryardar in ku têbikoşin
Piştî ku Tayyîp Erdogan Peymana Stenbolê betal kir jinan kuçe bernedan û diyar kirin çi dibe bila bibe heta ku ew biryarê bi paş ve bidin standin wê bi hemû hêza xwe têbikoşin. -
Jinan li Stûtgartê daxwaza azadiya Ocalan kirin
Jinên Kurd li bajarê Stûttgar a Elmanyayê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin
Bi çalakiyekê ya li bajarê Den Haag a Hollandayê vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin. -
Jinên Êzidî li Til Izêrê Rojbûna Ocalan pîroz kirin
Jinên Êzidî Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. -
Li Konyayê jinek hate kuştin
Li navçeya Eregliyê, jina bi navê Bûket îlhan ku doh hate ragihandin winda bûye, bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê 3 mêr ên gumanbar hatin destgîrkirin. -
Di meha Adarê de 28 jin hatine qetilkirin, 19 jî bi guman mirine
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bisekinînin ragihand ku di meha Adarê de 28 jin hatine qetilkirin, 19 jî bi şêwazekî bi guman mirine. -
Milîsên KBDH’ê yên Ekîn Ceren li Tarsûsê çalakî kir
Milîsên KBDH’ê yên Ekîn Ceren, roja 31’ê Adara 2021’an seat derdora 17:00’an li taxa Yenîce ya girêdyî navçeya Tarsûs a Mêrsînê lokomotîfa TCDD’ê dan ber agir, îmha kirin. -
Dayikên Aştiyê: Em dengê xwe bilind bikin, wê tecrîd bi dawî bibe
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbol, banga xwedîderketinê li berxwedana girtiyan kir û got: “Em bibin deng, wê dawî li tecrîdê bê.” -
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê da
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo betalkirina biryara vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê da.