Di meha Adarê de 28 jin hatine qetilkirin, 19 jî bi guman mirine

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bisekinînin ragihand ku di meha Adarê de 28 jin hatine qetilkirin, 19 jî bi şêwazekî bi guman mirine.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bisekinînin (KCDP) rapora têkildarî qetilkirina jinan a maha Adarê weşand. Li gorî raporê di meha Adarê de 28 jin hatine qetilkirin, 19 jî bi awayekî bi guman mirine.

Li gorî raporê ji 28 jinên hatine qetilkirin 20 kes sedemê kuştina wan nehate zanîn 1 jî ber mijara aborî, 7 ji ber cudabûnê, redkirinê, redkirina zewacê, redkirina têkiliyan, xwestine li ser jiyana xwe biryar bidin, hatine kuştin.

Ji 28 jinên di meha Adarê de hatine qetilkirin 13 ji aliyê hevjîn, 4 ji aliyên nas-xizim, 3 ji aliyê mêrê bihevre, 3 mêrê berê pêre zewicî, 2 jî xizim, 2 bira, 1 ji aliyê mêrê berê bi hev re bûn, hatine kuştin.

Piraniya jinên hatine qetilkirin ji sedî 64 li mala xwe, 14 bi çekê, 9 bi amûrên birek, 3 bi xenqandin, 1 bi şewatê hatine kuştin. Jinek jî nehate zelalkirin bê ka çawa hatiye kuştin.

Li aliyê din li gorî raporê sedema kuştina 20 jinan nehatiye zelalkirin.

Di raporê de nerazîbûn nîşanî Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ê ji Peymana Stenbolê vekişiyayî hate dayîn. Di raporê de hate gotin ku eger peyman bihata bicihanîn wê 28 jin li jiyanê ba.

Di raporê de bal kişand ser têkoşîna bi biryardarî ya ji bo xwedîderketina peymanê hate kirin.