Li Amedê qirkirina siyasî: 22 jin hatin destgîrkirin

Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de ku li dijî Komeleya Jinê ya Rosa û gelek navnîşanan hate kirin 22 jin hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa ya li navçeya Peyasê ya Amedê û gelek navnîşanan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin.

BIRYARA GIRTINA 33 KESÎ

Hate ragihandin, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya "Di bin navê avaniya legal de cihê xwe di nava rêxistiniya jinê ya rêxistinê de girtine, hevdîtinên rêxistinî, meş û civîn li dar xistine" biryara girtina 33 kesan ku ji nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan pêk tên, da.

KESÊN HATIN DESTGÎRKIRIN

Heta niha 22 kes hatine destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin wiha ne:

"Aktîvîstên TJA'yê Zelal Bîlgîn û Sevîm Bîçîcî, Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Zeynep Uren, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Seval Gulmez, şêwirmenda çapemeniyê ya Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn Gûrbet Ozel, nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer, Dayika Aştiyê Nezahat Teke, endama Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, Hevseroka berê ya HDP'ê ya Peyasê Besîle Narîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg, Şehrîban Zogûrlî û Rûken Bekalp, Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Kan, endama Meclîsên Jinê ya Sosyalîst (SKM) Satiye Ok û Nûrşen Akbal, Ayşan Kanûş Zengîn û Leyla Akgul."