Fermandara YPJ'ê Arzî Hesen: YPJ weke mecbûriyetekê derkete holê

Fermandara YPJ'ê Arzî Hesen: An tu yê bibûya cariye yan te yê çek rakira, te yê artêşa xwe ava bikira, te yê xwe bi xwe rûmet û namûsa xwe biparasta. YPJ ya duyan tercîh kir û artêşa xwe ji ber van sedeman ava kir.

Fermandara YPJ'ê Arzî Hesen têkilî şerê Sûriyê ya dema destpêk nirxandin kir, bal kişande ser avabûna artêşa Jinê YPJ'ê û got, ''An tu yê bibûya cariye yan te yê çek rakira, te yê artêşa xwe ava bikira, te yê xwe bi xwe rûmet û namûsa xwe biparasta. YPJ ya duyan tercîh kir û artêşa xwe ji ber van sedeman ava kir.''

Têkilî rewşa siyasî ya Sûriyê ji fermandarên YPJ'ê Arzî Hesen got beriya bi deh salan tevlîheviyek, krîzeke aborî, siyasî çêbû, di rêveberiya gel, pêşketina demokratîk de hemû hatibûn sekinandin, ne rê li pêşiya gel hatibû vekirin ku di nav siyasetê de kar û xebat bihatana kirin, ne pêşî li cihêrengiya siyasetê hatibû vekirin ku bikaribûna rêxistiniya civakî bikirana ne jî pêşî li civaka sivîl hatibû vekirin ku problemên civakî çareser bikirana û li pêşberî dewletê muxalefetê ava bikira û dewlet mecbûrî guherandinê bike.

Arzî Hesen bi domdarî got di milê hiqûqî ,siyasî, aborî û civakî de zextek hebûye, ji ber vê derfetên li Sûriyê, rêxistiniya civakê, rabûna wê li ber dewletê bi rengekî veşartî dihate kirin, bi taybet jî bi rêxistinên Îslamî ev dihate kirin, nexasim dixwestin ku di bin sîwana Birayên Misilman de vê guherînê bikin.

Arzî Hesen derheqê serhildanên pêşî yên li Sûriyê diyar kir ji aliyekî ve civak bi helwesteke sirûştî rabûye, bi xwesteka azadî û demokrasiyê ji aliyekî ve dewletên derve mudahele kirine û xwestin ku Sûriyê tevlîhev bikin. Hesen her wiha bal kişande ser ku dewleta Sûriyê êdî nema dikarî bi sîstema cîhanî re li hev bikira, statûkoparêzî êdî bûbû astengiyek li pêşiya guherîna ya cîhanî, li pêşberî projeyên derve, ya Rojhilata Navîn a Mezin, Îslama Nerm rejîma Beas a heyî nedikarî pê re biba yek û ne jî dikarî alternatîfeke dî deyne holê.

Fermandara YPJ'ê Arzî Hesen diyar kir daxwaza gelên Sûriyê ew bû ku dewleteke hiqûqî were avakirin lê rejîma Beas ku her tiş kiribû dest xwe, pêşî li hiqûqê girtibû, di aliyê aborî de jî rewşa gel her ku diçû xirab dibû, rê li pêşiya partiyan, pirdengiyê dihate girtin, jinan nedikarîn rêxistiniya xwe bikirana, azadiya ramanê ji holê hatibû rakirin, hatibûn qedexekirin. Hesen got, ''Ji ber vê jî civakeke ku hatibû perçiqandin û hatibû ber rewşa teqandinê, ku li ber dewletê tiştekî bikira. Tam di şertên wiha de mudaheleya ku ji derve hatî kirin, kir ku li nav Sûriyê tevgereke civakî çêbibe, tevgereke siyasî derkeve holê. Di nav vê tevliheviyê de ya li Sûriyê derketî holê, ku tevgerên siyasî xwe nîşan dan, her kesî daxwazek xwe hebû, li pêşberî rejîmê derketin, hinan jê çek rakirin, hinek bi rêyên sivîl aştiyane derketin holê. Daxwazên me civaka Kurd jî hebûn. Ji aliyê çandî, xwerêveberî, di milê temsîliyeta siyasî de, di milê hemwelatîbûna me ya Sûriyê de daxwazên me hebûn.''

Arzî Hesen ragihand, ji ber vê jî gelek sedem hebûn ku ku tevlî serhildana Sûriyê bibin, ev neheqiya li ser Kurdan hatî kirin bûye sedemeke siyasî ku Kurd bikaribin di nav şoreşa Sûriyê de rêxistiniya xwe bikin û konjontûrê jî rê li vê vedikir ji ber ku heke Kurdan rêxistiniya xwe nekirana û hêza xwe ya parastinê dernexista holê wê bi hêviya hin tevgerên din de bimana û êrîşên Ceyşil Hûr, DAÎŞ'ê yên li ser Kurdan bi bîr xist, diyar kir xwerêxistinînekirina Kurdan talokeyeke wiha datanî ber wan. Hesen got di van şertan de, ''An tu yê xwe biparêzî an jî di nav vê tevlehiya Sûriyê de an jî tê werî tasfiyekirin. An tu yê bibî parçeyek ji wê û xwe înkar bikî. Em rastiya wan niha dibînin, ne DAÎŞ û ne jî Ceyşil Hur Kurd bi Kurbûna wan qebûl nakin, dibêjin heke tu yê hebî tu yê bi rengê min hebe, xwe înakar bikî, wiha hebe an jî hebûna te nabe. Ji ber vê yan te yê ev rastî li ser xwe qebûl bikira, serê xwe li ber bitewanda, bi demê re bi temamî xwe di nav de bihelanda an jî te yê xwe biparasta û li hemberî van êrîşan bibûya xwedî sekneke ku bikaribe hebûna xwe, ya gelê Kurd û gelên din biparasta. Di nav vê rewşê de ev weke mecbûriyeteke derdikeve pêşberî mirov. Mecbûriyetek wiha an em ê di nav berxwedanê hebin an jî em ê tasfiye bibin û biçin.''

Arzî Hesen bi bîr xist ku destpêkê Ceyşil Hur êrîş aniye, weke mecbûriyetekê YPG derketiye holê lê jin jî li ber van êrîşan li mala xwe rûneniştine, nebûye temaşevan, jinên Rojava rêxistiniya xwe kirine, artêşa xwe ava kirine û bi vê çarçoweyê YPJ jî weke mecbûriyeteke dîrokî derketiye holê. Hesen got, ''An tu yê bibûya cariye yan te yê çek rakira, te yê artêşa xwe ava bikira, te yê xwe bi xwe rûmet û namûsa xwe biparasta. YPJ ya duyan tercîh kir û artêşa xwe ji ber van sedeman ava kir.''

Arzî Hesen tecrûbeya dîrokî ya jina Kurd a di nav berxwedanê de bi bîr xist, got, jinên Kurd ne xerîbî vê bûne, jina şerker, berxwedêr, jina ku ji bo rûmeta gelê xwe her tiştê xwe feda dike, li nav ratiya Kurdan ji berê de hebûye, mînaka Rindêxen, Besêyan, Leyla Qasiman da û rastiya bi hezaran gerîlayên jin ku bi dehan salan e li çiyayên Kurdistanê şer dikin bi bîr xist û got gava destpêkê wan ji van hemû tecrûbeyan sûd wergirtine, ev tecrûbeyên dîrokî ji xwe re esas dîtine û gelê Rojava bi coşiyeke mezin artêşbûna jinê ya di bin sîwana YPJ'ê de pêşwazî kiriye. Hesen got, ''Artêşa jinê bi desteka gel ava bûye. Em nikarin vê ji nedîtî ve werin. Heke gel nexwesta yek keçê nedikarî li Rojava sîleh rakira, nekarî çek rakira, ji mala xwe qut bibûya û biçûya çepere şer. Piştgiriya gel a ji bo berxwedaniya jinê hişt ku em vê encamê deynin holê, hişt ku artêşek bi vî rengî derkeve holê. Destpêkê jî tevlêbûna jinan pir baş bû. Pir keçan dev ji xwendina xwe ya zankoyê berdan, tevlî artêşê, tevlî YPJ'ê bûn û hê jî din hevalên me hene di nav artêşê de didomînin.''

Hesen bi berdewamî diyar kir ji bilî jinên Kurd piştre jinên Ereb jî hê destpêka şoreşê tevlî nav artêşa jinê bûne û domand, ''Artêşa jinê ya li Rojava ne tenê gelê Kurd, gelên din jî bi xwe re kişand. Vê moraleke zêde da me. Meyzandina Kurdan û Ereban a li jinê guherî.''

Hesen her wiha got destpêka şoreşê di mijara tevlêbûna artêşbûna jinê de ti astengiyeke wiha cidî derneketiye holê lê di rêxistinkirina şer, perwerdehiya çekdarî de destpêkê kêmasiyên wan hebûn, ji ber ku êrîş pir dijwar bûn, bilez haziriyek ji vê re hewce bû. Hesen wiha domand: ''Di şehadetên pêşî de ne ji ber ku dijmin pir bihêz bû, ji ber ku tecrûbeya me ya şer hê ne di wê astê de bû, ev şehadet çêbûn.''

Hesen anî ziman ku destpêkê jin bi komên biçûk tevlî nav şerê çekdarî bûne, her ku hijmar zêde bûye, rêxistiniya xwe berfireh kiriye, tabûrên pêşî wiha hatine avakirin. Hesen got, ''Ev tabûr weke bizrê destpêkê ya şoreşa jinê bûn. Dema ku bi gavên biçûk dest pê dikî, dema hejmar têrê dike û tu gavekî mezin davêje ev dike ku mirov bi xwe piştrast be, bi xwe bawer be, dibêjî êdî ez ne kesek im lê artêşek im, bi rengê hêzeke rêxistinî tevlî şoreşê dibim.''

Fermandara YPJ'ê diyar kir piştî avakirina artêşê wan ling daye perwerdehiyê jî û got, ''Jin di nav artêşa mêr de tenê ji milê leşkerî ve nayê amadekirin. Jin her wiha di milê fikrî de jî tê amadekirin. Ez ê di nav artêşa zilam de xwedî helwesteke çawa bim. Li hemberî zilam xweprastina jinê wê çawa be, ji vî alî ve jî hatine perwerdekirin.''

Li ser antî-propangdaya YPJ'ê Hesen got, ''Hin kesan gotin tevlêbûna jinê ya li nav artêşê tenê li Rojava tenê ji bo propaganda ye. Hê jî êrîşên tînin ser me bi vî rengî ne. Çi Tirk bin, çi kesê bi navê Kurd bin, armanca wan çiye, bi kû ve girêdayî ne, em nizanin. Wek ku em amûrek bin, dibêijn, jin tevlî nav artêşê dibe li ser jinê propaganda dikin da ku em bandorê li ser cîhanê bikin. Em ne mankên in, em ne amûr in, em artêşek in, me di vê rêyê de şehîd dane, wesayitên teqemenî hatin xwe li nav hevalên me teqandin, ew qas heval me şehîd dan. Ew kesên bêhed êrîşên bi vî rengî tînin ser me, dibêjin, 'sûretên keçikên xweşik belav dikin û bi wî rengî reklamê dikin'', em ne artêşa reklamê ne, ew keçikên xweşik ku tu behs dikî pirê wan şehîd in, baş e keçikên xweşik heke wê ne di nav şerê gelê xwe de bin, wê ne li nava artêşa gelê xwe bin, heke wê şer bikin û qehremantî bikin û xwedî sekin nebin, nebin malê dinyayê wê bibin malê zilamekî? Hewldan ev e? Ji van êrîşên ku têne ser me armanc ev e? Hûn dibêjin, 'keçikên xweşik ên di nav artêşê de dernexin pêş'? Naxwe em li kû derxin pêş? Em li ser televizyonan derxînin pêş? An jî dema ku bi zilamekî re zewicî ew xweşikbûna bi qîmet dibe? Qehra zilaman ji me ev e, ev ên ku êrîşê tînin ser me, dibêjin, hûn çima wan dibin, wan bidin me. Lê van keçan xwe spartiye gelê xwe, van keçan di nav şoreşa gelê xwe de cih girtin. Van hevalan jiyana xwe, xweşikbûna vî gelî kirin, vê şoreşê kirin, ji vê xweşiktir tiştekî dî heye? Eynî kesên ku êrîşê tînin ser YPJ'ê behsa şoreşgeriya jinên cîhanê yên civakên din dikin, baş e çima ji te re nabe rûmetek ku ev keç vê xakê diparêzin?''

Arzî Hesen li dijî hişmendiya mêr a li bara jinê got wan du rengên perwerdehiyê dane pêşiya xwe û li dijî nêzîkatiyên zayendparêz û li dijî nêzîkatiya ku tevlêbûna jinê ya li nav artêşê bêmane dike jinên şervan têne perwerdekirin û aliyê dî jî perwerdehiya leşkerî didin şervanên xwe.

Arzî Hesen her wiha got pêşketina jinê ya li nav artêşê bandora xwe li cîhanê kiriye û vê jî kiriye ku hin kes êrîşê bînin ser wan.

Fermandara YPJ'ê Arzî Hesen herî dawî wiha got: ''Jin bila xwe ji parastinê dûr nexin. Divê xwe parçek ji parastinê bibînin, her jin beriya ku bibe jina malê, yan jî beriya karekî ku wê piştre bike divê demekê di nav leşkerî de bimîne, divê demekê di nav parastinê de bimîne. Ne bi fikra ku were gotin va min leşkeriya xwe kiriye, ji ji bo ku bikaribe têkoşîna azadiya jinan nas bike divê demekê tecrûbeya xwe li ser parastinê hebe.

Bi wesîleya salvegera damezirandinê ya YPJ'ê, ez banga nakim û nabêjim bila her kes were tevlî nav YPJ'ê bibe, mirovên ku di ferqa rola parastinê de bila tevlî YPJ'ê bibe, ya ku dikare bi vê rolê rabe, ji bo ku civkaê biguherîne, ji bo ku zihniyetê biguherîne bila tevlî YPJ'ê bibe, da ku zêdetir bikaribe bi rola xwe rabe.

Êrîşên li ser YPJ'ê, bêheq, ji niyetên cihê, ji niyetên siyasî, ji armancên siyasî bi projeyên hin dewletan ve girêdayî li hemberî van êrîşan divê em xwedî li dîrok û mîrasa xwe xwedî derkevin. Alem, bi yek şervana xwe ya jin bi salan serê xwe bilind dike, yê me bi hezaran şervanên me derketin, bi hezaran şehîdên me çêbûn, mafê gelên Rojhilata Navîn heye ku bi vê berxwedan û artêşbûna jinê serbilind bin, pê şanaz bibe, divê zêdetir lê xwedî derkevin, destek bikin.

Zêdegaviyên li ser me ne tenê di milê artêşê de di hemû qadan jiyanê de divê li dijî vê xweprastin hebe."