Komeleya Jinê ya Rosa: Em ê gavên hîn xurt biavêjin!

Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî da û got, "Em bi hêrs in, ev hêrsa me jî wê me bêhtir bi rêxistin bike, wê bike ku gavên hîn bi xurtî biavêjin."

Komeleya Jinê ya Rosa, têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî komeleya xwe, li hewşa komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de li gel endam û rêveberên Komeleya Jinê ya Rosa her wiha nûnerên rêxistinên jinan jî amade bûn.

Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya bi bîr xist ku avêtine ser komeleya wan û malên gelek jinan û got, "Em îro bi êrişa li dijî têkoşîna jinê hişyar bûn. Ji 22'ê Gulana par û vir ve hem li dijî komeleya me hem jî li Amedê li dijî têkoşîna jinê bi destê dadgeriyê êriş tê kirin. Ji 22'ê Gulanê û vir ve di operasyon û êrişan de li dijî her jinên di nava têkoşîna azadiyê yên Amedê de ne dosya lêpirsînê hatiye amadekirin."

'EM Ê HÊRSA XWE VEGUHERÎNIN GAVÊN XURT'

Kaya destnîşan kir ku Komeleya Jinê ya Rosa ji bo azadiyê têdikoşe û wiha dewam kir, "Em, Komeleya Jinê ya Rosa li dijî qirkirina jinê têdikoşin. Di çarçoveya vê têkoşîna xwe de li dijî destavêtin, destdirêjî, zewicandina di temenê zarokatiyê de bi zorê, li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê, li dijî desteserkirina mafê nefeqeyê me gelek çalakî û xwepêşandan li dar xistin. Ev hemû niha di nava dosyayên em lê tên darizandin de hene. Karê me bi temamî di vê çarçoveyê de ye.
Hevalên me yên jin ên di van operasyonan de hatin destgîrkirin, piraniya wan ji ber van çalakî û xwepêşandanan hatine destgîrkirin. Hewl didin ku komeleya me bi rêya van êrişan îllegal bikin. Çawa ku tundiya bi rêk û pêk a li nava civakê ya li dijî jinê polîtîkayeke dewletê ye, êrişên li dijî têkoşîna jinê jî tundiyeke dewletê ye. Li hemberî van êrişan em gelekî bi hêrs in. Ev hêrsa me wê me hîn bêhtir bi rêxistin bike, wê bike ku em gavên hîn bi xurtî biavêjin."

Kaya destnîşan kir ku êriş wê nikaribin jinan ji têkoşînê vegerîne û got, "Ev êriş ji bo lawazkirina piştevaniya rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê ye. Em ê ti carî ji vê têkoşîna xwe venegerin ku li dijî destavêtin û li dijî kuştina jinan tê meşandin. Zîhniyet û feraseta ku îro Gulistan Dokû nabîne, di mijara êrişên dijî têkoşîna jinan de bi hêsanî dikare tevbigere. Em ê li ber vê neheqiyê rabin. Em ê ji gotin û karên xwe yên ji bo azadî, wekhevî, aştî û edaletê venegerin."

'ÇALAKIYA ME YA 10'Ê NÎSANÊ WÊ BI XURTÎ PÊK WERE'

Kaya diyar kir ku serdegirtin ji bo astengkirina çalakiya wan a 10'ê Nîsanê ya li dijî biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ye û destnîşan kir ku wê çalakiya xwe bi xurtî pêk bînin.