Jinên Êzidî li Til Izêrê Rojbûna Ocalan pîroz kirin

Jinên Êzidî Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Tevgera Azadî ya Jinên Êzîdî (TAJÊ), Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Tilizêrê baxçeyek nû çêkir.

Jinên Êzîdî yên rûniştvanên Tilizêrê bi rakirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta baxçeyê ku wê şitil lê bên çandin meşiyan.

Li nava ‘Baxçeyê Rêbertî’ şitlên fêkiyan ên wekî; “Hinar, hejîr û tirî” hatin çandin.

Piştî çandina daran jinan bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be” qîr kirin.