Polîsan avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa: Gelek kes hatin destgîrkirin -NÛ BÛ

Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de polîsên Tirk avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa û gelek navnîşanan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa ya li navçeya Peyasê ya Amedê. Lêgerîna polîsan a li nava komeleyê dewam dike. Li bajêr her wiha avêtin ser gelek navnîşanan.

Di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin. Yên ku heta niha navê wan hatiye hînbûn wiha ne: "Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Zeynep Uren, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Seval Gulmez, şêwirmenda çapemeniyê ya Parlamentera HDP'ê ya Amedê Gûrbet Ozel, nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer, Dayika Aştiyê Nezahat Teke, endama Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, Hevseroka berê ya Navçeya Peyasê ya HDP'ê Besîle Narîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg, Rûken Bekalp û Şehrîban Zogûrlî, aktîvîsta TJA'yê Sevîm Bîçîcî, Nûrşen Akbal, Besîle Narîn, Leyla Akgul û Satiye Ok."

'HERÎ HATIN ŞIKANDIN, DEMA KU KES NEBÛ JÎ LÊGERÎN KIRIN'

Li ser hesabê medya dîjîtal a Komeleya Jinê ya Rosa ev daxuyanî hate dayin:

"22'ê Gulana 2020'î avêtibûn ser komeleya me, gelek hevalên me destgîr kiribûn û piştre girtibûn. Di rûniştinan de hevalên me gotibûn 'em li vir in, dest ji têkoşîna xwe bernadin' û hemû bêgirtî hatin darizandin. Îro jî piştî 11 mehan careke din avêtin ser komeleya me. Bi rengekî nehiqûqî derî şikandin, sîstema alarmê rakirin û di demekê de ku ti rêveberên me ne amade bûn dest bi lêgerînê kirin. Em vê destdirêjiya dadgeriyê ya bi rêk û pêk li dijî me tê kirin qebûl nakin. Li dijî polîtîkayên nefret û tepisandinê yên desthilatdariyê yên li dijî jinan, em hebûn, em hene, em ê hebin."