Şervanên YPJ’ê: Em ê sala 2021’ê Rêber Apo fîzîkî azad bikin

Şervanên YPJ’ê yên têkildarî 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd hêvî û hestên xwe anîn ziman got: Emê sala nû bikin sala azadiya Rêberê Apo. Bihar wê bi kelecana û xemla xwe reng bide pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ ya Rêberê Gelê Kurd.

Şervanên YPJ’ê bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hest û hêviyên xwe vegotin.

Şervana YPJ’ê Jînda Amara: Ji xeyal zêdetir hêviya me heye ku em Rêbertî bi zîndi bibînin. Ez weke şervana YPJ’ê pir caran fikirîme ku bi zîndî Rêbertî ditîn wê bi çi hestan bibe, an jî di wê kelêyê de ezê çawa nêzîk bibim. Mirov nikare bi çend gotinan wê kelecanê bîne li ser ziman. Ev sal hêviya me pir mezine û em di wê baweriyêden ku ev sal bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Wek şervanên YPJ’ê helwesta me ew e ku hêvî û baweriya me ji bo azadiya Rêber Apo misoger bikin, çi ji destê me were em ê bikin. Heta dawî em ê tekoşîna xwe bigihînin asta lutkeyan. Bi taybet jin pêwîste asta tekoşînê bilind bikin, ji ber ku Rêbertî ji bo azadiya jin kedekê pir mezin daye û em jî wek jin deyndarê Rêber Apo ne. Bê Serokatî jiyan ji bo me heram be.

Şervana YPJ’ê Newal Kobanê: Em hemû şervanên YPJ û gelê me bi mereqakê mezin ve dixwezin bi zîndî Rêber Apo bibîn in. Ez wek şervana YPJ’ê pir caran wê keliyê di nava fikir û dilê xwe de jiyan dikim. Wê demê kelecanek pir mezin min digre. Ew xeyala me hemûyane, ji bo ku ew xeyalê me were cih, em ê heta dawiyê tekoşîn bikin daku ew kêliyên di nava dilê me de werin zindîkirin.

Şervana YPJ’ê Sara Cudî: Bi taybet pêwîste jin asta tekoşînê bilind bikin, ji ber ku em tenê bi vî rengî dikarin azadiya Rêber Apo misoger bikin. Xeyal û armanca me herî mezin ew e ku azadiya Rêber Apo ye. Pêwîste yên ku bi Rêber Apo ve girêdayîne van xeyal û armanca xwe di nava dilê xwe, hestên xwe de mezin bikin daku bikaribin tekoşînek xurt bidin meşandin. Ji bo wê jî em mezin bi fikrin, mezin bijîn, tekoşînekê xurt bidin meşandin.

Şervana YPJ’ê Viyan Simko: Em wek jin her dem benda dîtina Rêbertî ne. Ji bo wê jî, em ê tekoşînek xurt bidin meşandin da ku Rêber Apo bi zîndî bibînin. Hestê ditîna Rêbertî pir cuda ye. Fikrandina wê ya jî, tenê têrî dike ku mirov ji hêz bigre û ew hêz jî, dihêle ku mirov tekoşînek xurt bide meşandin.

Şervana YPJ’ê Nûjiyan Sipan: Derbasbûna me ya sala 2021’an wê bibe azadiya Rêber Apo û azadiya tevahî mirovahiyê. Bi taybet pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ tekoşîna gelan bi xurtbûna xwe ve ruh jî dide me. Di vê pêngavê de Israra gelê me israra me ye jî. Her wiha demsala biharê bi azadiya fîzîkî Rêber Apo re watedar bibe. Li ser wê bingehê hatina biharê re ev sal bibe sala derketina Rêber Apo ji Îmralî, azadiya hemû gelan û binketina dagirkeriyê.