TJA: Wê li her derê têkoşîn bidome

TJA’yê nerazîbûn nîşanî serdegirtin û destgîrkirina jinên Komele Jinan a Rosa da û got: “Wê li her derê têkoşîn bidome, em dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernadin.”

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi armanca şermezarkirina serdegirtina Komeleya Jinan a Rosayê û binçavkirina gelek jinan li Avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê daxuyaniyek dan. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) û Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalistên Bindest (ESP) Beycan Taşkiran tevlî daxuyaniyê bûn. 

Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî û diyar kir ku desthilat ji têkoşînan jinan ditirse û wiha got: “Îro desthilat kesên ku qirkirina jinan pêk tînin ber dide û kesên li dijî tundiya li ser jinan dertên hedef nîşan dide û destgîr dike. Tiştan desthilat jê ditirse têkoşîna jinan e. Belê we salên borî jî jinan destgîr kirin. Lê her jina ku derket têkoşîna xwe domand. Hûn çiqas êrîş dikin bikin wê jin dawî li pêkanînên we yên antî demokratîk bînin. Em ê bi gotinan parastina herî mezin rêxistibûna me ye têkoşîna xwe ya li qadê bidomînin.”

Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Rezan Sumeyye Kîrîcî jî destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminê jinan bi her awayî êrîş dikin û wiha got: “Tişta ku bi destgîrkirinê tê xwestin bê kirin kelemçekirina vîn û têkoşîna jinan e. Em têkoşîneke dewletê ya li dijî tundiya zilam nabînin. Bi daraza ku serxwebûna xwe winda kiriye û weke dar tê bikaranîn tê xwestin jinên têkoşer bên tepisandin. Weke jin me ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û em dev jê bernedin. Em li her derî timik têbikoşin.”