Sonuk: Betalkirina peymana Stenbolê wê şîddeta li ser jinan zêde bike

Çalakgera TJA’yê Gulistan Sonuk diyar kir ku betalkirina peymana Stenbolê fikarên jinan zêde dike û got “Mêr ji betalkirina peymana Stenbolê wê hêzê bigirin û wê şîddeta xwe ya li ser jinan zêde bikin.”

Polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku şîddeta li ser jinan zêde dike didome. Her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê jinek ji aliyê mêran ve tê kuştin. Di sala 2011’an de di encama têkoşîna jinan de peymana Stenbolê hatibû îmzekirin. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan diyar kiribû ku ew ê xwe ji vê peymanê vekişînin.

Ev peyma jixwe di meriyetê de nayê bikaranîn û bi betalkirina vê peymanê pêşiya qirkirina li ser jinan tê vekirin. Çalakgera Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulistan Sonuk derbarê betalkirina peymana Stenbolê û bandora wê ya li ser jiyana jinan ji ANF’ê re axivî.

Sonuk diyar kir ku peyman li dijî her cure şîddeta li ser jinan û zarokan e û got “Ji roja ku Erdogan hatiye ser desthilatdariyê her carê dibêje kariyera herî mezin a jinan ev e ku bibin dê û her jina ku nebe dê jineke nîv e. Ev gotinên zayendperestiyê jinan dixe nav çar dîwaran û wê ji civakê dûr dixe. Desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze jinên ku rolên xwe yên civakî red dikin, ji qedera xwe ne razî ne û xwedî li ked û jiyan û mafên xwe derdikevin têk bibe. Desthilatdariya AKP û MHP’ê êrîşî destkeftiyên jinan dike û dixwaze temenê rejîma yekzilamiyê dirêj bike. Bi betalkirina peymana Stenbolê re dixwazin pêşiya rakirina qanûnên wekî ya hejmara 6284 rake. Lê em jin em ê van mafên xwe nekin qurbana tu desthilatdariyê. Ji bo bidestxistinê me çiqasî berdêl da, ji bo parastina wê jî em ê evqasî berdêlê bidin. Em ê dev ji têkoşîna wê bernedin.”

‘ROJÊ HERÎ KÊM 3 JIN TÊN KUŞTIN’

Çalakgera TJA’yê Gulistan Sonuk diyar kir ku 10 sal in peymana Stenbolê heye û qanûnên bi hejmara 6284 ên ku ji bo jin û zarokan ji şîddetê biparêze, heta niha baş nehatiye pêkanîn. Sonuk bal kişand ser vî tiştî ku her sal li Tirkiyeyê herî kêm 300 jin ji aliyê mêran tên kuştin û got “Polîtîkaya desthilatdariyê ya ku ceza nade û kujeran diparêze, zemînekî wisa ava kir ku şîddet li ser bi hezaran jin û zarokan were kirin.”

Sonuk diyar kir ku rojê herî kêm 3 jin ji aliyê mêran ve tê kuştin û nîqaşkirina peymana Stenbolê û betalkirina wê di nav civakê de dibe sedema nerazîbûnan û got “Ji her pîşeyê jin tên kuştin. Ev jî diyar dike ku ev pirsgirêkeke ferasetê ye. Desthilatdarî ji dêvila ku li dijî vê ferasetê têbikoşe, li qereqol, nexweşxane û eywanên dadgehê mêran diparêze û şîddetê meşrû dike. Mêr ji betalkirina peymanê hêzê distînin û ji şîddeta zayendî heta desteserkirina mafê jiyanê wê her tiştî bikin. Polîtîkaya cezanedayînê ya desthilatdariyê li mal, kolan, kargeh û saziyên fermî fikarên jinan zêdetir dike. Ev fikar di heman demê de hincetên me yên têkoşînê jî zêdetir dike.”