Hozat: Ruhê jin a azad gerdûnî dibe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat: Ev xaka ku bi pêşengiya jinê şoreşa neolîtîkê lê pêk hat, wê azadî, wekhevî, edalet, berhemdarî û jiyaneke bi kêfxweşî jinûve ava bibe.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di beşa duyemîn a hevpeyvînê de peyama pîrozbahiyên 8'ê Adarê û asta têkoşîna jinên Kurd nirxand.

Besê Hozat got, "Bi rastî jî di 8'ê Adarê de jinan li tevahiya cîhanê serî hildan. Ji serhildana jinê ya 8'ê Adarê dikare bê fêhmkirin ku sedsala heyî û sedsala bê wê bi çi rengî bin. Zayend, çîn û neteweya herî kevn a bindest nîşan da ku sedsala heyî û sedsala bê wê bi çi rengî bin. Nîşanî her kesî da ku jin hêvî ye, hêvî bi jinê re ye."

Besê Hozat destnîşan kir ku jin wê bi xwe re civakê jî, cîhanê jî azad bike û wiha dewam kir: "Ruhê demê ruhê azadîparêz ê jinê ye. Çemê dîrokê bi jin a azad re ber bi civakeke azad ve diherike. Bi dîtina min peyama herî xurt a 8'ê Adarê ev bû.

Tevgera Azadiya Jinê li cîhanê di asteke bilind de bi pêş dikeve, xurt dibe. Nasnameya rêxistinbûyî ya jinê ne tenê sîstem û modernîteya kapîtalîst a bi serweriya mêr dihejîne, hilweşîna modernîteya kapîtalîst jî zû dike. Di vir de em bandor û girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî dibînin. Em bala xwe bidin ser; sekneke şexsî dibe ku wateyeke xwe hebe, lê belê ji aliyê encamgirî û pratîka mayinde de ti qîmetê xwe nîne. Têkoşînek dema ku rêxistinbûyî be encameke şênber û xurt jê tê. Girîngiya tevgera jinê ya cîhanê ji vê yekê tê. Kêmasiyên xwe hebin jî jin li dijî sîstema mêr a serwer û modernîteya wê li tevahiya cîhanê di nava têkoşîneke rêxistinbûyî de ne. Bi rengekî yekser an jî neyekser tevgerên jinan piştevaniya hev dikin. Aliyekî din ê gelekî girîng ew e; bûyerek li aliyê din ê cîhanê biqewime û destketiyeke jinan bandoreke yekser li tevahiya jinan dike; dibe çavkaniya sûdwergirtinê û wêrekiyê, têkoşîna jinan xurt dike. Yanî di navbera jinan de ruh, mejî û xeyalên hevpar ava dibin, ruhê jinê yê azad gerdûnî dibe. Ev ruh nasnameya etnîkî û olî derbas dike, sînorên erdnîgariyê yên serdestan parçe dike, cîhanê dorpêç dike. 8'ê Adarê ya îsal wêneyê vê cîhanê ji me re xêz kir."

Besê Hozat anî ziman ku têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê jî di heman demê de têkoşîneke gerdûnî ye û bi bîr xist ku ev têkoşîn 43 sal in bi rengekî rêxistinbûyî dewam dike.

Hozat got, "Peyama ku ji Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bilind bû bi heman rengî bû; paşverûetiya mêr ê serdest wê rojekê li xaka dayikê bi dawî bibe. Faşîzma ku çanda serweriya mêr li vê xakê kir qeder, wê ji vê xakê bê avêtin. Li vê xakê ku bi pêşengiya jinê şoreşa neolîtîk pêk hat, wê ji nû ve edalet, azadî, wekhevî, berhemdarî û jiyana bi kêfxweşî ava bibe. Bi hevgirtina jin û mêr ên azad wê li vê xakê jiyana azad ji nû ve ava bike. Ev jiyan ji xwe ji nû ve diafire."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser rola diyarker a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşketina tevgera jinên Kurd de û bi bîr xist ku ev tevger li tevahiya cîhanê bi rola pêşengiya îdeolojîk radibe.

Besê Hozat got, "Afirînerê îdeolojiya rizgariya jinê, Rêber Apo ye. Rêber Apo hem teoriya rizgariya jinê afirand, hem jî perspektîfa wê ya rêxistinbûyî û rêxistiniya wê ava kir" û wiha dewam kir:

"Jinên Kurd îro rastiya jinê ya herî têgihiştî, rêxistinbûyî, têkoşer û polîtîka a veguherîner temsîl dike. Bi hêza xwe ya îdeolojîk, bandora xwe ya polîtîk û sekna xwe ya têkoşer, pêşenga xwezayî ya tevgera jinê ya cîhanê ye."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser êrişên giran ên faşîzmê li dijî tevgera jinên Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û ev nirxandin kir, "Saziyan digirin, digirin, êşkenceyê dikin. Li Kurdistanê weke parçeyek ji şerê taybet-psîkolojîk ê li dijî jin û zarokan, tecawizê û komkujiyan dikin. Bi her awayî hewl didin îradeya jinên Kurd bişikînin, teslîm bigirin. Ji ber ku li dijî her cûre êrişên faşîzmê jinên Kurd bi rengekî bêhempa li ber xwe didin. Serî natewînin, çokê danayne. Her ku faşîzm êriş dike, jinên Kurd bêhtir serhildêr dibe. Bi xwe re civakê jî tevlî nava berxwedanê dike. Berxwedêriya civakî xwedî dike, çalakger û zindî dike. Di heman demê de tevgera jinê ya Tirkiyeyê jî wêrek dike. Paradîgmaya civaka kole-jin a kole ya faşîzmê parçe dike. Ev rastiya tevgera jinê faşîzmê dîn û har dike. Lewma faşîzm êrişên xwe zêde dike."

Jinên Kurd xeleka tirsê ya serweriya mêr parçe dikin û ber bi azadiyê ve diçin. Êrişên faşîzmê nikarin jinên Kurd bitirsînin. Jinên Kurd di nava şert û mercên welê yên giran de li ber xwe daye û berdêl daye, ku bûye xwedî karakterekî welê ku di nava her zehmetiyê de dikare li ber xwe bide. Êrişên bi vî rengî ji bo tevgera jinên Kurd tenê dikarin bibin hinceta mezintkirina têkoşînê. Sekna ku heta niha tevgera jinê nîşan daye bi vî rengî ye. Wê vê sekna xwe bi xurtî dewam bike. Sekna ku li jin a bi rûmet tê ev sekn e. Her ku pêşeng, kadroyên rêveber ên tevgera jinê bên girtin wê yên nû bikevin şûna wan. Tevgera jinê wê kadroyên pêşeng ên nû ji nava xwe derxîne û têkoşîna xwe dewam bike. Yek ji bersivên herî xurt ên tevgera jinê li dijî faşîzmê wê bi vî rengî be. Li her derê xwe bi rêxistin bike, xwe bigihîne her jinê, her malbat, kolan, taxê û têkoşînê li nava hucreyên civakê belav bike. Bi feraseta ku hezar kes bikeve şûna kesekê wê bixebite.

Jinên Kurd bi tecrûbe, asta xwe ya siyasî û îdeolojîk di şerê dijî çanda zayendîperest a serweriya mêr û faşîzmê de sekneke serketî nîşan daye. Bi vê baweriya ji xwe nîşan daye ku wê têkoşîneke hîn xurt bimeşîne."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di dawiya axaftina xwe de got, "Weke Tevgera Jinên Kurd em gelekî bi şens in. Tecrûbeyên me yên jiyanî, leşkerî, siyasî, teorîk û îdeolojîk gelekî xurt in. Em, ku tevgereke jinê ya ji aliyê îdeolojîk û teorîk ve xwedî bingeheke rêxistinbûyî ne, xwedî wê baweriya ji xwe ne ku dikarin pêşengiyê bikin. Lewma em gelekî deyndarê Rêber Apo ne. Erk û wezîfeya me ye ku em Rêber Apo bi tevgerên jinan ên cîhanê bidin naskirin, bikin ku xwedî lê derkevin û ji bo azadiya wî têbikoşin. Divê em vê teqez bi ser bixînin."

ANF | Hozat: Dema wê hatiye ku Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad bibe (anfkurdi.com)